Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
strana gelerî ya herî kevn - tirşik
strana gelerî ya herî kevn
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. li gor gotinên salihê heydo ev stran e:
Ref tê ji refê


va li hozan şemdîn jî gotiye vê stranê:




va li vir jî gotinên wî ji gotinên stranan*:

Ref hatin refê qazan
Lê lê Zozan lê lê Zozan
Ref hatin refê qazan
Lê lê Zozan lê lê gewrê can

Firyan diyarê sazan
Lê lê Zozan lê lê Zozan
Firyan diyarê sazan
Lê lê Zozan lê lê gewrê can

Min silav li keçikê lazan
Lê lê Zozan lê lê Zozan
Min silav li keçikê lazan
Lê lê Zozan lê lê gewrê can

Ref hatin refê çûçikan
Lê lê Zozan lê lê Zozan
Ref hatin refê çûçikan
Lê lê Zozan lê lê gewrê can

Firyan diyarê sûkan
Lê lê Zozan lê lê Zozan
Firyan diyarê sûkan
Lê lê Zozan lê lê gewrê can

Min silav li keçik û bûkan
Lê lê Zozan lê lê Zozan
Min silav li keçik û bûkan
Lê lê Zozan lê lê gewrê can

Ref hatin refê betan
Lê lê Zozan lê lê Zozan
Ref hatin refê betan
Lê lê Zozan lê lê gewrê can

Firyan diyarê xetan
Lê lê Zozan lê lê Zozan
Firyan diyarê xetan
Lê lê Zozan lê lê gewrê can

Min silav li keçka metan
Lê lê Zozan lê lê Zozan
Min silav li keçka metan
Lê lê Zozan lê lê gewrê can

Gotin û Muzîk: Gelêrî



07.05.2020 16:14 ~16:21 | xwelî li ser

2. Çûme cizîrê ye bi gotinên xwe yên îroyîn û bi kurmanciya şirîn di seyahatnameya evliya Çelebî de cih digire. Yanî herî kêm stranek çarsed salî ye.



08.05.2020 06:28 ~06:28 | endazer

3. Eger bê dîtin ew ê ji devê kurdên êzîdî hatibe gotin. texmîna min ev e. ji ber ku Çavkaniyên
muzîka kurdî ên herî kevn li gorî lêkolînan digihîje wan.



09.05.2020 05:00 | giyanstêr

4. stranên gelêrî ku niha kurdên me pê dilê xwe xweş dikin û distrên ên herî dawî ne ku kurdan gotiye bi ya min. lewra di folklorê de tiştên di nav gel de mane herî dawî hatine gotin û ji aliyê kesên dibêje ve herî dawî hatine girtin e ango hatiye neqilkirin.

ser meselê apê min kilamekî got tê de behsa mishefa reş dikir. ma gelo ev hevokên tê de didin ber mirov ku emrê stranê çi ye? belkî mirov li ser gotinan here çêtir e.

helbet bi demê re gotinên stranên gelêrî jî guherîne. bi ya min em dikarin vê mijarê wiha vekin gelo kijan stran herî ewil hatiye qeydkirin



09.05.2020 06:29 ~06:31 | roberz

5. Bi min "şemîranê" ye.Navê Bajarê Wanê berê Şamîrangerd(Şemîranava/Şemîranabad) bûye. Dîroka Şemîranê diçe heta Semîramîs a Keybanûya Asûriyan. Diçe Wanê dagir dike û hesreta welatê xwe dike.Û rêya vegerînê de Girê Wanê dibîne û dibêje. Li ser vê girê Kelhek ava bikin û derdora vê jî bikin bajarekî. çimkî ev der pirr dişibe bajarên asûrîyan.Hesreta mala bavê xwe dikşîne loma Bajarê Wanê ava dike. Stranê de jî behsa wê dikin.
Şemîranê lê Şemîranê
Mala Bavê lê Şemîranê
Me co kêşa lê Behra Wanê
Mala Babê lê Şemîranê
Sê sed pale lê wê berdanê
Mala babê lê Şemîranê
Her palekê lê sed zêr danê
Mala Bavê lê Şemîranê
Me sed pale lê wê berdanê
Mala Bavê Lê Şemîranê
Her palekê lê sed zêr danê
Mala babê lê Şemîranê



01.06.2020 18:36 | bargiranewe aeth.

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» strana bilbendê
» herî
» kevnik

Kategoriyên mijarê:: muzikstrn muzikstrn muzikstrn kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî