Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
apseya psoasê - tirşik
apseya psoasê
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. nexweşîya ku li masûlkeya psoasê peyda dibe. ev masûlkeya ku ranê mirov ber bi bedena mirov ve dikişîne û bi vî awayî alîkarîya eyarkirina pozîsyona laşê mirov dike û di meşînê de jî rolek mezin dilîze, masûlkeyek têr xwîn e. ev taybetîya wê, wê li hemberî enfeksîyonan jî hesas dike.
weke hemû enfeksîyonan, mirov dikare vê enfeksîyonê bike du beş:
1- enfeksîyona prîmer (çavkanî ev masûlke bixwe ye);
*tumorên cirnexweş yên vê derdorê
*enfeksîyona urîner
*nexweşîya şêkir (dîyabet)
*nexweşîya aids(hiv)
*travma
eger enfeksîyon prîmer be, mîkrop bi giştî stafilococcus aureus an jî mycobacterium tuberculosis (mîkroba nexweşya zirav) e.

2- enfeksîyona sekonder (çavkanî derek din e, ji wir belavî psoasê bûye)
eger enfeksîyon sekonder be, çavkanî bi giştî sîstema gastroîntestînal (ûr û rovî), genîtoûrîner (hinevên zayendî û yên îdrarê), muskuloskeletal (masûlke û hestî) an jî sîstema demaran e.
weke din jî enfeksîyona întraabdomînal (ya di hundirê zik de), emelîyatên vê derdorê jî dîsa sedemên sekonder in.

eger ji sîstema îskeletê hatibe, bêtir s. aureus; eger ji sîstema gastroîntestînal an jî genîtoûrîner hatibe jî, bi giştî escherichia coli kiryar e.
weke din ev bakterî jî dibin sedem: Bacteroides sp., Enterococcus faecalis, Streptococcus viridans, Klebsiella pneumoniae û hwd.
MRSA (Methicillin-resistant S. aureus) jî di %25ê rûdanan de tê tespîtkirin.)

Ji ber ku ev masûlke li cihekî kûr e, dibe ku mirov ji şîkayetan dîrekt nekare texmîna wê bike. acizîyên gelemperî: agir, êşa kêlekan, êşa zik, kulîn (kulekî)..
psoas sign (nîşaneya psoasê) ji bo nexweşîyê îşaretek girîng e: dema nexweş ser kêleka xwe xwe dirêj dike, ling û ranê xwe rast dike û bi vî awayî lingê xwe ber bi paş ve dikişîne, li zik/teniştan êşek peyda dibe. (ya rast ev nîşaneyek girîng ya apandîsîtê ye jî.)
ji ber vê yekê ye ku, nexweş jixwe ji bo rihetbûnê, ranên xwe dikişînin zikê xwe û wilo bêhna xwe vedidin.
eger ev apse, xwe hetanî lîgamana înguînalê berde (berran) dibe ku bi destî jî were pêhesîn.

rewşên din yên ku pê re tên tevlîhevkirin;
apandîsîta retroçekal (apandîsîta li pişta rovîyan), dîvertîkûlît, septîk artrît (edeba movikan), nekroza avaskûler (enfeksîyona hestîyan), renal kolîk (êşa gurçîkan û destmêja biçûk), hernîya dîskên lumbar (fitqa piştê), nexweşîya enflamatuar ya rovîyan (crohn û ulseratîf kolît), apseya epîdural, endometrîozîs (raçînka rehîmê ya cihên eletewş), nexweşîya enflamasyona pelvîsê (pid), hematom (girêka xwînê), tumor û hwd.

herî zêde bi tomografîyê tê tespîtkirin/naskirin. di tedawîyê de antîbîyotîk tên bikaranîn.(tenê bi wan jî %16-20 baş dibin) weke din, ji bo valakirinê apseyê drenaja perkûtan tê karanîn. (bi rêberîya ultrason an jî tomografîyê, bi derzîyekê gihiştina qada bûyerê û valakirina edabê).
eger ev ne pêkan be, an j, sedem tiştek wek perforasyon apandîsîtê fîlan be, emelîyat jî pêwist dibe.

Eger neyê tedawîkirin, îhtîmala mirinê %100 e. eger bê tedawîkirin îhtîmala mirinê nêzikî %5 e.



26.07.2020 14:21 ~16:48 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» apseya psoasê

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi zanistitenduristi zanistitenduristi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî