Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 13 peyam
parêzer - tirşik
parêzer
(3) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. evuqat.. hiqûqnasê ku bi riya rist û rêzikên qanûnên nivîskî kes an saziyên ku bi sûnc an tawanekî têne îtham kirin diparêze yanî mûdafaa dike.. li gorî min zortirîn û zehmettirîn kar û pîşe ye.. û herwiha beredayîtirîn kar û pîşe ye.. ji ber ku sûncdar an bêsûnc herkesê ku heqê xwe dide mecbûr e ku biparêze.. yanî ne parêzereke bitr û têrxwarî be eger mûwekîlê wî qatil û qesasê neh mêran be jî mecbûr e û divê bêje na wilehî feqîro nikare mirîşkekî jî serjê bike mêrkuştina çi?!! di nav kurdên me yên xwende de dikarim bêjim ku popûlertirîn pîşe ye.. ji ber ku di wextê xwe de kurd her mexdûr û mezlûm bûne û kesî xwe bi hawara wan ve negihandiye û nekariya wan biparêze zarokên xwe ji bo tehsîla hiqûqê dane xwendin..

sediqandina vê tesbîta min eger çavek li siyaseta kurd ya li bakurê kurdistanê were gerandin wê kifş bibe.. pirraniya siyasetmedarên kurd ji beşa hiqûqê mezûn in.. heta du sê camêran bi dîplomeya xwe ya hiqûqê li ser zikê birçî û pişta ku bûye xerîta şûna qamçiyên nevîçirçirkên contirkan ya gelê xwe berîka xwe tijî kirine û ûrê xwe nepixandine.. ez ê navê hasip kaplan bêjim yên din hûn texmîn bikin..



05.10.2013 19:41 | endazer

2. Ez im *



05.10.2013 21:25 | ceso

3. Û (bnr: herkes di cihekî de mafdar e)

Peywir û wezîfeya parêzer ew e ku cihê ku muwkkîlê wî tê de mafdar e bibîne û wî biparêze. Ji bîr nekin carna kujerê neh însanan jî mafdar e. kujerê çar merivan (bnr: tatar remezan)



05.10.2013 21:39 | ceso

4. yek parêzerî û yek jî bijîşkÎ.. dema kesek ji van herdu pîşeyan ji bo tiştekî tê anonskirin miheqeq kurteya nav û nasnavê pîşeya wan jî li pêşiya navê wan ê tiberik ve tê zêdekirin..

mirov ecêbmayî dimîne, kurê xelkê dixwînin dibin endazyarê genetîkê, bi kod û genên mirovan dileyîzin, lê hê jî li ser zar û zimanê xelkê, û li ser afîşên namzediya filan tiştî nasnavên prz. û bjş. yê..



18.12.2013 19:39 | endazer

5. Kesên ku dema ez dibînim, dilê min HEV dikeve ne. Ji ber ku di nav kurdan de karê herî populere. Û di mala me de 5 heb hene.



15.02.2014 00:51 | nazim tolhildan

6. hin mirov dibên "parêzerê mafên mirovahîyê".ez dikarim bejim parêzerî nav gelê kurd de wekî axatÎ YE *



15.02.2014 16:56 | xewnkar

7. rasîm oz:,.. lê min got ezê ramûsînim min negot ezê biniyim, binêre..





08.03.2014 00:40 | havka

8. karê ku bûye mijara vê bûyerê ye:

xortekî parêzer û keçekê ji hev hez kirine. rojekê biryar dane ku bizewicin. lê bavê keçikê nehiştiye ku bizewicin. xort û keçê çi kirin-nekirin bavê keçê îkna nekirine. di dawîyê de xorto ji keçê re gotîye " ger tu ducanî* bimînî, bavê te yê, bi bêgavî me bizewicîne". axirê ev yeka kirine û keçik ducanî bûye. piştre, herdu tev çûne li cem bavê keçê û rewşa xwe ya ducanîyê diyar kirine. lê bavê keçê ev bersiva dîrokî daye: " heta zavê minî parêzer dibe, bila nevi yê minî bîj hebe". **



08.03.2014 19:13 | nazim tolhildan

9. (bnr: eboqat)



20.04.2014 20:34 | xwelî li ser

10. Parêzer ango yê/ya ku parastinê dike, hiqûqê nas dike. molierac ji bo parêzeran vê dibêje:



"Gava em peywira xwe pêk tînin em ne girêdayî tu kesekî ne; ne muwekil ne dadger jixwe desthildar ne nav'de. Em angaşta 'yên bin me re hene' nakin. Lê belê em tu raserên hiyerarşîk jî nas nakin. Çi cudahî di navbera yê/ya qidemdar ji yê/ya bêqidem nîn e. Parêzeran di tevahiya dîrokê de kole bikar neanî, lê tu carî jî efendîyên wan jî çênebûne."

Molierac



10.01.2015 20:13 | xendekî

11. dema seh dikim nizanim çima lê fîlma al pacÎno ya bi navê devil's advocate yanî parêzerê şeytên tê bîra min û berê jihevferqkirin û têderxistina parêzer û parêzger ji bo min zehmetiyek bû.. lê hemdê xwudê nha baş zanim parêzer ewuqat e û parêzger an parêzgar jî walî..




12. (bnr: parêreş)



28.01.2018 14:35 | xwelî li ser

13. roja parêzeran pîroz be
di tekoşîna azadiyê de cihê parêzeran girîng e
xwedî û hevalên gelê xwe nin



05.04.2020 23:34 | afa

14. bila li min negirin lê ferqa piraniya wan û xwînmij û parazîtan nîne. baş e ku di nav çend deh salên bê de wê qedrê vî karî jî dakeve, çawa berê ji ber ku rêjeya xwendeyan kêm bû qedrê daxwaznamenivîsan (arzuhalcî) zêde bû bi zêdebûna rêjeya xwendinê û hişmendiya mirovan êdî li ber devê şûrê demê û kitnemînê ne parêzer jî wê di nav çend deh salan de mînîmîze bibin, tenê ew kes û şîrket wê karê xwe bispêrin parêzeran ku wextê wan ji bo wan pir biqîmet e û di wî wextî de ji pereyên ku wê bidin parêzeran bêtir qezenc dikin.



06.04.2020 03:32 | endazer

15. kareke ku berevaniya him yê sûcê wî heyî û him jî yê bêsûc dikin. hun dikarin bêjin mafê herkesekî ye ku bên parastin lê wextê dibînim; bi taybetî parêzerên yên mirovên dewlemend an jî yên companyan*, sed derewan an jî qulo piloyan dikin heta ku suçê mûşteriyên xwe hemberê dadgehê paqij dikin hene yekcar li ber çavê min bê qedr lê tên.

di wî wextî de êdî ew kare ne tenê kareke ku mirov zikê xwe pê têr dikin,karek wisa ye bûye etîket û carna jî sedema qûn rabûnê.

Ez ji we re bêjim xêra wan zaningehên taybet û zêdekirina kontenjana wê beşê dê pozbilindiya wan bi temamî bikeve*

û aliyek din jî yên wekî rehmetî Tahir Elçî jî rêzê lê digirim û hemberê zilm û zordariyê de xurtbûnê û serkeftinê ji wan re dixwazim. roja we pîroz be!



06.04.2020 03:57 | de facto hozan

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» parêzerê nîvçe

Kategoriyên mijarê:: hiquq
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî