1. Paşayê ku sala 1865 de li üsküdar a stenbolê hatiye dinê û sala 1951 de li catanzaro ya îtalyayê miriye. Bavê wî xendanîzade seîd paşa ye û ew serokê "osmanlı şûrayî devlet" ê ye em dikarin bêjin wek danıştay a niha ye. Wek navê bavê wî diyar dibe eslê xwe xendenîzade ye, xendeniyan yek ji malmezinên (bnr: baban) in. Lîseya Galatasaray dixwîne û bi serkeftinî li vir mezûn dibe. Pişt re li fransayê diçe akademiya saint cyr û li vir jî bi serkeftinî mezûn dibe. Piştî perwerdehiya xwe li qesra yildiz da dibe yaverê padişahê osmaniyan, paşê dibe ataşeyê leşkerî yê parîs û brûksel ê, ji wir telê pûşandinê stockholm û pişt re jî madrîd ê lê li vir zêde namîne û îstîfa dike. Ji ber ku dijayetî gel desthilatdariya padişah dike gelek caran pûşandina wî radikin gelek cihan û li sirgûnê dimîne. Li dijî padişah komela osmaniyan a "ittihat ve terakki" re têkildar dibe lê dema ku ew dest bi netewperwerî an jî nijadpererstiya tirkan dikin ji wan dûr dikeve û komela "osmanlı ıslahatı esasiye" vedike û serokatiya wê dike. Tev li avakirina komela "kürt teavun ve terakki cemiyeti" dibe. Şerê cihanê a yekem û piştî şer gelek caran ji bo serxwebûna kurdan bi îngîlîzên herêmê re têkildar dibe û hew qas bi îngîlîzan re têkildar dibe dawiyê de ewî jî bangê "konferansa parîsê ya aşîtiyê" dikin. Û ew jî wek delegeyek osmanî diçe konferansê lê danişîna yekem da îstîfa dike û dibêje ez delegeyê kurda me û em ne bi osmaniyan re nin. Li konferansê axaftinan pêk dîne û li ser serxwebûna kurdan disekine, dibeje wek her gelên cihanê em jî azadiya xwe dixwazin. Ji ber komkujiyên ermeniyan, komela ittihat ve terakki kurd û ermenî anîne hemberî hev lê şerîf paşa bi delegeyê ermenî boghos nubar paşa re miwafeqet dike û tevahî dibejin navbera herdû gelan tu pirsgirêk tunne. Osmanî bi vî rewşê gellek bêhedar dibin û ji bo bandora şerîf paşa kêm bikin li stenbolê bi komela kürt tealî re li serokatiya şeyhülislamê kevn de hevdîtinan pêk dînin pişt re sê biryara hildidin: |
|
24.04.2022 10:16 |
pêşewa
|
kanzî [2] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [4] |