1. Peyveke ji zimanên îranî ye ku ketiye nav ferhenga tirkî. Ev peyv tim Bala min dikişand. Piştî salan, Rojekê di hişê min da zelal bû ku “hor” mîna peyva me ya “xwar/xar” e. Tîpa “a” ya Peyvên kurdî, di zimanê farisan de pir caran xwe diqulipîne ser tîpa “o”. Loma wek “xwor/xor” bi lêv dikin. Kerên çolê ku ji wan bihîstine, gotine “koftehor”. |
|
23.09.2022 21:27 |
mirovekirind
|
2. di tirkî de kofte bi mecazî tê wateya "keçik(ên ciwan)". bi vê jî koftehor dibe miriyê/hezkiriyê keçikan. her wiha kofte di heman demê de tê vê wateyê: "dest bi organên zayendî yên keseke din dan". lê wataya pêşîn a mecazî li koftehorê zêdetir tê. jbk di dema qanûnî de qanûnek heye bi navê "koftehor ergenligi" ev navê cezayê ye bo kesên ku jinan difiroşin, yanî pezeweng in. ev ceza bo pezewengên zengîn sed aqçe, bo yên hejar pêncî, bo pir hejaran jî sî an çel aqçe ye. |
|
24.09.2022 12:38 ~13:01 |
biruya hayao miyazaki
|
kanzî [2] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [4] |