Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


27 mijar û 63 peyam
stranên kurdî - tirşik
stranên kurdî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Hemû tişt bi kurdî xweş in: fîlm, pirtûk, lîstik, axaftin û ya herî bî kurdî xweş stran in. Zimanê strana nîne lê ger zimanê stranan heba êw jî kurdî dibû*

Lê mixabin Stranên kurdî li pêy hevdû dimeşin û dizîvirin. Stranbêjên Kurdan yên nû xwe nîşanî kurdan dikin lê kurd dibêjin min çi ji ye û dîsa diçin stranbêjên kevn guhdar dikin. Na ez nabêjim stranên kevn ne xweş in heta stranekî kevn Tenê besî hemû stranên Tirka ye. Lê divê stranên kurdî xwe nû bike. Stranên me li pêy hevdû dizîvirin û celebên nû di nav kurdî de nayên girtin. Divê celebên nû jî di nav stranên kurdî de hebin. Mîna: drîll, phonk û hwd...

Stranên kurdî ên rap ne xweş in! Belkî ji we re xweş were ji min re na. Ji bilî Serhado û Sherif Omeri.

Başûr salên wa ye azad bûne lê stranên xweş heta niha derneketine. Lê rojava? Rojava xwe peş xist û celebekekî nû afirandin. Mehmûd Berazî sax be. Mala wî ava.

Ka em werin li ser celebên nû.. drîllên herî xweş ên UK û Fr ne. Lê çima yên kurdî ne biqasî wan xweş in? Çi kêmasiyên kurdî ji Fr û UK heye? Çima kurdên me bi vî awayî ker in? Drîll bi kurdî çêdikin lê sadî heftê bi zimanekî din e. Lê Renas Miran û sharkz bi kurdî birastî stranên drîll yên xweş diafirînin. Lê yên din, tch tch.

Rapên nû derdixin bi Xwedê ne xweş in. Û stranbêjên nû Piştgirî nabînin. Ên çima ji bo kurdî xizmet bikin?

Bê dewletî îşkence ye*



16.12.2023 21:14 | horhorik

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik forûm [1]
çewt nebim û magazînerên tirşikê ragihandibûn ku endazer û (vb...
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
belki ev jî bala te bikişînin
» stranên farsî
» kurdîkirina evernote

Kategoriyên mijarê:: muzik muzik muzik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî