Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
şîrê keran - tirşik
şîrê keran
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. min bi xwe venexwariye ji ber hindê tama wê nizanim lê berê ji bo kesên ku di cihê xwe neditebitîn û di qûna xwe filfil digerandin digotin; de rûne di cihê xwe de qey te şîrê kera vexwariye?!

wê rojê min di nuçeyekî de xwend digot şîrê keran dermanê gelek nexweşînan e û kîlo/lÎtira wê jî 60 tl ye..



29.10.2013 01:51 | endazer

2. wadÊ caşik şîrê maka xwe vedixwarin dilê min gelek pê bidijiya *



29.10.2013 10:04 | elomelo

3. dibêjin ji bo kesên evîndar ra derman ê



29.10.2013 11:25 | newenda

4. hin gotinên pêşiyan xelet derdixe: (bnr: şîrê kerê çi pir be çi hindik be, ji deşikê re ye)



29.10.2013 17:20 | azadixwaz

5. qewlî gotinan şîrê ku herî zêde dişibe şîrê însên.

carekê li bernameyeke zewacê ya tirkan jineke pîr dixwest bextreşiya xwe bîne ziman digo "ez hê dergûşî bûm dayika min canê xwe ji dest daye min jî xwe bi xwe çûyê devê xwe daye sînga kerê û bi vî awayî min salekê şîrê keran vexwariye.."



15.01.2015 18:14 | oxir

6. gava dî li ser facebookê di koma zimanê kurdî de min peyamek xwend, xweyê peyamê dibêje, li serhedê li gundê me (gundekê agiriyê) şîrê keran didan zarokên biçûk û digotin bila bisixwere, dibêje sixwirîn an sixwirandin di wateya mezinbûn û temendirêjiyê de tê bikaranîn.. yanî ji bo zarok mezinû temendirêj be şÎrê keran didinê..



(bnr: tiştên ku dema mirov hîn bibe bejn lê dirêj dibe)



20.05.2015 00:21 | endazer

7. li ba me ji bo kesên ku zû digihîjin û mezin dibin re dibêjin "mirov dibêje qey te şîrê keran xwariye" nexwe ev gotin ji edetek serhedê peyda bûye*



20.05.2015 00:28 | ceso

8. şîra ku ji aliyê dijminên semsûriyan ve (meletîyî?) her tim tê gotin ku ji aliyê hemû semsûriyan ve hatiye vexwarin û loma wisa ... ne.

lê bi qasê min dîtî, xwediyên vê gotinê ji semsûriyan ...tir in.



20.05.2015 21:23 | simurg56

9. Şîrê go bavê nexweşeke all, j'bo tedaviye pê dayî vexwarin.
+Ma nexweş rihet bû?
- na
+Naxwe?
-ji xurafeyan bawer nekin !



03.01.2018 16:28 | gumgumok

10. Ez duh na pêr çûm a101 ê, di nav reyonan de digeriyam min dît li ser sabûnekî de resmê ker heye, mi ji xwe re go, kuro ev çi ye? Ker û sabûn çi eleqe! paşî hinekî pêş de çûm min xwe nêzîk kir li wê, li ser kaxezê de sabûna pê şîrê keran hatiye çêkirin nivîsîbû.
min dilê xwe de got pppppsss û bawer kir êdî rabûna qiyametê nêzîk e.



03.01.2018 22:57 | mîr

11. tiştek gelek lûkse, wisa her kes nikare vexwe.



04.01.2018 03:03 | aqilkêm

12. (bnr: sabûna şîrê keran)

sabûna ku me ji bo hevalekî min ji Bebeka Stenbolê stendibû. Digot pir xweş bû!



04.01.2018 19:58 | gulêê

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» şîrê guigoz
» keran li ber keran girê nedin, ji hev hînê tir û fisan dibin

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî