Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    12 mijar û 16 peyam
    badikan - tirşik
    badikan
    (0) (0) (1)
    di mijarê de bigere

    1. yek ji eşîrên herî mezin yên kurdistan'ê ye. gorî tê gotin ku 5000 sal berê derbasî neştîvaniyê bûne û ji wê demê heta îro jî cihê xwe neguhertine. gundê hewrê yê girêdayî farqîna amed'ê niha weke navenda vê eşîrê te dîtin. amed, farqîn, êlih, bismil, çêwlik, bêdlîs, mûş û pasûr navendên sereke yên vê eşîrê ne. eşîr ji 13 êlan pêk tê:



    1- kerra

    2- laçika

    3- xweşika

    4- reşika

    5- araşka

    6- nasirka

    7- welîka

    8- axika

    9- mala xerza (ango mala xerzî axa)

    10- şerefka

    11- kanika

    12- memika

    13- cimika



    gelhe ya wan nêzikî 540.000 kesî ne. û di hilbijartinan de jî xwediyê 44.000 denga ne.



    2013.10.29-15:31 | seranser

    2. mixabin tevî beşdarbûna wan ya serhildana şêx saîd, eşîra ku herî pir cerdevanan di nav xwe de dihewîne dîsa ev eşîr e. bi taybetî jî xweşika û reşika. amedî ji xwe bi nav û dengên cerdevanên xweşikî haydar in. gellek caran, şervanan li serê çiya di xewê de dikuştin. dîsan carekê şervaneke ku bi vî awayî kuştibûn, li pey traktorekê ve girêdabûn û di nav gundê reşika de kaş kiribûn. ev kiryarên wan jî heta em li ser rûyê dinê bin wê ji bîr nebe.



    dîsan qasî ku tê bîra min 2 an 3 sal berê bû. 4 şervanên hpg'ê li mala serokê cerdevanên xweşikî xwarin dixwarin (cerdevanan wan vexwendibûn ji bo xwarinê). heval li ser sifreyê runiştîne û nanê xwe dixwin. çekên xwe jî danîne ber dîwar, dûr in. tam wê demê 8 cerdevan bi hev re êrîşî hundir dikin û wan her çar hevalan şehîd dikin. ji bo çi? ji bo pere. ev eşîr ji namus-firoşan pêk tê.



    2013.10.29-15:36 | seranser

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    tirşikvanên ku êrîşê kûçikan hatine [1]
    ez sibê zû rabûm daketim hewşa siteyê , min berê xwe da kuçê û hewka ...
    tirşikvanên ku êrîşê kûçikan hatine [1]
    ez im, ne carek du sê car êrîşê wan heywanan hatime. Êdî li min bûye (...
    guhkunkere [1]
    an jî guhsim Li gor wîkîferhengê navek “kêzikek” lê danîne lê bi min ...
    gotinên pêşiyan [1]
    Sê exmeq hatîne dinê. Yê ku di evrazan de dikişîne titûnê, yê ku şev d...
    berûya ji qalikê xwe der e [1]
    Ji bo wan kesên ku eslê xwe winda dikin de tê gotin.....
    belki ev jî bala te bikişînin
    » badikan

    Kategoriyên mijarê:: yendin
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî