Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


11 mijar û 22 peyam
reht - tirşik
reht
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. kesê ku westiyaye. ji hal de ketî. herwekî ji vê peyvê lêkerên reht bûn û reht kirin hatine darijtin.



16.12.2013 19:22 | ceso

2. peyveke li gelek herêmên kurdistanê likar wek efrîn, dîlok, semsûr û hin herêmên amedê yên rojavayê.

di wateya westînê de ye lê mixabin pir kêm dihê bikarhanîn



16.12.2013 19:24 | dijber

3. pEYVA KU LI CIZÎRÊ DI WATEYA ENDÎŞEYÊ TÊ BIKARANÎN. dEMA MIROV JI YEKÎ AN TIŞTEKÎ ENDÎŞE BÊ PEYVA REHTÊ BIKARTÎNê.

MÎNAK: wELLEHÎ DILÊ MIN GELLEK REHT E. eV ÇEND ROJIN BAVÊ TE NEHATIYE MALÊ. tIŞTIN NEHATIBIN SERÊ WÎ?



16.02.2014 01:10 | nan û av

4. peyva ku li torê ji bo kesên ku bi stres tê bikaranîn.



16.02.2014 12:57 | oxir

5. li sêrtê bikaranîna wê hinekî cûda ye; ji bo "xwe zêde zêde westandin"ê tê gotin.



"- xwe zêde pê reht neke, jixwe me jî nekarî çêkin! "



her wiha di nav peyva "direht" de derbas dibe ku ev peyv jî ji bo zarokên gelekî nesekinî û şûm tê gotin.

yanî, zarokên ku mirov reht dikin, direht in.



16.02.2014 21:54 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
di nav kurdan de kêmasiya vegan û vejetaryanan [4]
ji ber ku em dikarin goşt bixwin, ne wekî t*rkan....
jan dost [1]
roja ku xeynî ser mijarên konformîst wekî zimanî û çandî na(!) ser siy...
sonne [7]
bi kurdî: roj û strana metalî ya koma rammsteinê ye. jixwe şê...
zimanê duyemîn yê gelê başûrê kurdistanê [2]
divê meriv gû û rêxa çend kesan neke giştî û gelemperî. başûr qaşo ser...
zimanê duyemîn yê gelê başûrê kurdistanê [1]
Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnav û şanda pê re çûne Amedê û serdana Rêxis...
belki ev jî bala te bikişînin
» reht

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî