Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 34 peyam
otenazî - tirşik
otenazî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. pêşniyareke ji bo kurdiya euthanasia.



01.01.2014 19:00 | simurg56

2. tiştekî wusaye ;

Here lînkê



27.01.2018 15:10 ~15:11 | kurdokercewsî

3. (bnr: nexweşên termînal)



02.02.2020 05:17 | gumgumok

4. Bi daxwaza nexweş; Bi rêya tibbî kuştin an jî bi mirinê re rû bi rû hiştina wî/wê ye ku ew tetbîq ligel êş û jana ku nexweş nikare ji ber îdare bike hewcedarê nexweşiyeke giran û bêtedawî ye.

Otenazî ji du peyvên yewnanî "eue=xweş" û "tanasium=mirin" pêk tê. Ji hîpokrat (di sonda hîpokratê de tê fêm kirin) bi vir ve otenazî di nav civakê de heye. Wek têgehekê bikaranîna wê peyvê ji aliyê francis bacon destpê kiriye (yanê bi wateya îroyîn).

Otenazî di nav xwe de cur bi cur e lê bi gelamperî wek otenaziya aktîf û otenaziya pasîf tê tasnîf kirin.

Otenaziya aktîf: bijîşk bi rêya jehr-dermanan (bi doza zêde) mirina nexweş tîne.

Otenaziya pasîf: bijîşk derman nade tenê tedawiya ku tê kirin dibire û mirin ji ber xwe(!) tê.



3 roj berê 14:45 ~14:50 | çaya germ

5. Hema hema di her warî de nîqaş li ser otenaziyê dimeşin. Bijîşkî, hiqúq, felsefe, civaknasî, dîn....

Hiqûq: li ser wê mijarê biryareke ku li hemû dinyayê derbasdar be ttune ye. Mînak li holanda, belçîka, lûksembûrg, kanada û hin eyaletên dya'yê otenazî qanûnî ye. berevajî wan deveran li tirkiyê, piraniya ewrúpa û hin eyaletên dya'yê neqanûnî ye.

Ger li deverekê qanûnî be aktîf-pasîf kîjan qanûnî ye diguhere. Li holandayê bi temametî serbest e, li piraniya dya'yê tenê ya pasîf serbest e û ya aktîf qedexe ye.

Qanûnên ku otenaziyê qedexe dikin pişta xwe didin mafê jiyînê. Ew maf ne mafekî wisa ye ku mirov dest jê berde, biterikîne. Mirov bixwe jî wî mafê xwe nikare red bike û jê feraxat bike.


Dîn: dînên li asyayê li otenaziyê bi awayekî tund mêze nakin. Filehîtî red dike (herçend protestan qebûl bikin jî bi gelamperî red dike). Îslam jî mirina bihemdê xwe bi awayekî mîsoger red dike û dibêje ew kesên ku tiliya wan di otenaziyê de heye ê wêrin ceza kirin.


Bijîşkî: di wê mijarê de konsensûsa ango tifaqa bijîşkan tune ye. Ji ber vê yekê em dikarin li sazî û dezgehên bijîşkî binêrin. Li gorî yekîtiya bijîşkên cîhanê divê bijîşk di otenaziyê de cih negirin. Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê mafê mirinê bo nexweşên giran divê hebe.



Civaknasî û psîkolojî:
ew zanist wisa diyar dikin: Otenazî heya mirovan pê dixe ku xilasiyek heye. Ew dibe sedem ku mirov li hember nexweşiyan tênekoşin. Di otenaziyê de wexta ku nexweş biryara xwe da divê bîrbir, ji 18 salî mezintir (car caran dikare kêmtir be) ú ji aliyê psîkolojîk saxlem be. wexta nexweş wê biryarê da psîkoljiya ku têdeyî dikare bi demê re biguhere û ê roj were bo ku xwe nekuştiye kêfxweş bibe. Herwiha psîkolojiya kesekî nexweş dikare çiqas baş be? Jixwe nexweşî bixwe sedema xirab bûna psîkolojiya mirovî ye.



3 roj berê 14:47 ~14:54 | çaya germ

dengdanên dawîn (yên din..)
kanzî [2]
Tirk ji bo hinek kesên xwe yên netewperest û dewletperest bikar tînin....
kurdên nasyonalîst [1]
Ew kesên ku di kanala xweyî youtube'ê de vîdeoyên bi tirkî parve dikin...
kurdên nasyonalîst [1]
Divêya ev nav û ev hizr neketa li ber destê van kesên bêaqil, ji bo he...
kurdên nasyonalîst [1]
tevgera fikrekê rewşenbîrî ya kurdiyetî yê temsîl dike, ku ji hebûna x...
kurdên nasyonalîst [4]
çeteya ku îro li qada newroza amedê ji aliyê ciwanên şoreşger hatine b...
belki ev jî bala te bikişînin
» otenazî

Kategoriyên mijarê:: jiyan zanistitenduristi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî