Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
karzan kader - tirşik
karzan kader
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. derhêner, lîstikvan, nivîskarê senaryoyê ê kurd e . 1982 an de hatiye dinyayê

li stockholmê dijî . hê ew 9 salî malbata wî ji kurdistana başûr koç dike swêdê, ji ber şerê iraqê a di 1990 an de. li stockholmê ji Dramatiska Institutet destûryar girtiye.

filma wî a bi navê bekas gelekî navdar e



08.01.2014 10:58 | brusk56

2. kesê ku derbasî hollywoodê kiriye ye.

di rudawê de derbarê wî de nûçeyek derketiye. di nûçeyê de bi dûvdirêjî behsa macereya wî ya derhêneriyê hatiye kirin. kerem kin ;



Kurdên Swêdê hêdî hêdî berê xwe didin Holywoodê



Herçiqas Swêd mezin jî be êdi ew jî ji hunermendên kurd re teng bûye. Hunermendên kurd yên Swêdê êdî berê xwe didin Hollywoodê.



Piştî Dilan Gwyin, derhêner Karzan Kader jî tora xwe avêt Hollywoodê û destvala venegeriya. Girebesta wî ya ji bo derhêneriya fîlmekî têr macera hê ji niha ve amade ye.



Navê Karzan Kader ji parve li gellek welatan deng daye û wî heta niha çend xelatên girîng wergirtine. Fîlma Karzan ya bi navê ”Bêkes” ku li ser du birayên sêwî yên dixwazin li ser pişta kerekî xwe bigihîn Amerikayê, gellek deng vedabû. Ev fîlm ji xewn û xeyalên Karzan Kader bi xwe derçûbû û têkiliya çîrokê bi jînenîgariya wî ve heye.



Karzan Kader xortekî ji Sulêmaniyê ye û 31 salî ye. Ew di 8 saliya xwe de bi malbata xwe re di nava 11 mehan de gihiştibû Swêdê. Malbatê dixwest koçî Amerîkayê bike lê ji ber ku perê wan nebûn ku bidine qaçaxçiyan, nekarîn armanca xwe bi cih bînin.



Wî hê di temenê xwe yê biçûk de dest bi fîlmkêşanê kiriye. Ji ber vê meraqa wî, hevalên wî bernavê ”Spielbergê serreş” lêkiribûn. Gellek caran Karzan Kader bi hewlên bawerîşikandinê re jî rû bi rû dima. Dema ew diçû lîseyê, rojekî mamosteyekî wî yê Swêdî li ser meraqa wî ya fîlmçêkeriyê wiha jê re gotibû: ”Dev ji van xewnên beredayî berde û here ji xwe re karekî li kebabxane yan jî burgerxaneyekî peyda bike. Tu yê ti caran nekaribî di vî beşî de biserkevî”. Lê Karzan Kader biya xwe kir û nehişt gotinên wî demî yê mamostayê wî rast derkevin.



Karzan Kader wê sala pêş derhêneriya fîlma ”Man Of War” bike. Ev fîlm jî çîroka leşkerekî girêdayî artêşa Navy Sealê ye û ji aliyê grubeke îslamiyên tûndrew ve tê dîlgirtin. Lê ew hemû hêza di destên xwe de bikar tîne û xwe ji xeternakiyê difilitîne.



Karzan havîna borî ji xwe re menejerekî amerîkî peyda kir. Menejerê wî jê re pêşniyara gellek fîlman kir lê di dawiya dawî de wî ji xwe re derhênertiya vî fîlmî hilbijart. Lê wî bawer nedikir ku ew bikare vê projeyê werbigire. Piştî gelek têkilîdanîn û namerêkirinên herdu aliyan, peymana kişandinan fîlm hat dayin. Ger pirsgirêkên cidî dernekevin, wê sala bê dest bi keşandina vî fîlmî were kirin.



Destpêka kariyera Karzan jî wekî fîlmê wî trajîk destpêkiriye. Roja ku ew bikeve ezmûna Enstîtuya Dramatîk û Kûrtefîlmê de û ku diviyabû fîlmê xwe yê bi navê ”Bêkes” jî wekî beşekekî ezmûnê nîşanî mamosteyê xwe bida, ew dibe goriyê qezayeke trafikê. Dema çavê xwe vedike dibîne ku di nexweşxanê de dirêjkiriye û gellek dem jî li ser dema ezmûnê re derbas bûye. Mamosteyê wî çend mehan dem dide wî, ji bo ku fîlma xwe bi dawî bîne û beşdarî ezmûnê bibe. Bi wê birîndariya xwe ve di salonên nexweşxanê de fîlma xwe dikişîne û pêşkêşî mamosteyê xwe dike. Ew bi vê kefteleftê bi ser jî dikeve û mafê çûyîna dibistana derhêneriyê werdigire. Piştre jî fîlma wî xelata Akademiya Xwendevanan distîne. Ew proje par bi navê ”Bêkes” bi kadraja fîlmê dirêj derket pêşberî temaşevanan. Herwiha vî fîlmî di qada navnetewî de 10 xelat wergirtin. Niha çapemeniye Swêdê bi awayekî serbilindî behsa çûyîna Karzan Kader ya Hollywoodê dike.



- See more at: http://rudaw.net/kurmanci/culture/160120142#sthash.Y0gpSEwt.dpuf



19.01.2014 14:58 | brusk56

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» karzan kader
» kader

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi sinema
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî