Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
birc - tirşik
birc
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. di stêrkNASÎ DE navê koma ku bi 12 stêrka pêKtÊ. li GORÎ KEVNEŞOPÎ de ji vê 12 stêrkan her yekî temsîlî karektera mirovan dike. Di van rojan de ez ji oda xwe dernakevim û li ser pc ranabim. Ez dibêjim qey, ev bêçalakiya min (bi rastî navê vaya xwenedîtî ye) çavkaniya xwe ji bircê min distîne. Birc… Bala min kişand û ketim etra bircên kurdî: nav û nîşanên bircan çi ne û hek hebe kîjan malper birca şîrove dike… Erê, keseke ne ketiye şopa birca ku ji me re bi kurdî binîvîse… Di çend malperê de tenê navên birca hatiye dan; lê ew jî, xwedê wan gurî neke, nîvê navên birca ji tirkî guhertine kurdî... Ê hildana zend û benda ji min re ma. Piçekî ji bingehên astrolojî, piçekî jî qerf û henek û bi armanca hêrskirinê (ji ber ku ez niha di ne atmosferke xweş im) destpê kirim şîrovekirinê.



birca beran (21ê Adar- 20ê Nîsan)

birca gaboxe (21ê Nîsan-21ê Gulan)

birca cêwikan (22yê Gulan-21ê Hezîran)

birca kevjal (22yê Hezîran- 23ya Tîrmeh)

birca Şêrê (24ê Tîrmeh-23yê Tebax)

birca simbil (24ê Tebax- 23yê Îlon)

birca mêzîn (24ê Îlon- 22yê Cotmeh)

birca dûpişk (23yê Cotmeh- 22yê Mijdar)

birca kevan (23yê Mijdar - 22yê Kanûn)

birca karik (23yê Kanûn- 20ê Çile)

birca dewlik (21ê Çile- 19ê Sibat)

birca masî (20ê Sibat-20ê Adar)



http://xebrosk.blogspot.com.tr/2014/01/cend-siret-li-ser-birca.html



22.01.2014 12:55 | biruya hayao miyazaki

2. tişteke, bi derketina sezeryanê ve mane ya wê nemaye ye. mirov dikare bi zayîneke rojek an jî du rojan zû pêk bîne û birca zarok a xwe biguharîne. ya min bê sezeryan jî ti maneya wê tuneye.



(bnr: tiştên çirto virto)



22.01.2014 13:32 | nazim tolhildan

3. kesên ku di dil û mêjiyê wan de bîrûbawerî nemaye (tenê ji bo dîn nabêjim) bi van tiştên netişt û bêwate xwe diewiqînin min çend car bêhemdî şîroveya birca xwe xwendin lê yek jî rast nebûn



22.01.2014 23:20 | ferhenga şikestî

4. ji bo hinek beşên sûran tê gotin.

(bnr: birca ben û sen)



ji bo ewk tiştên astrolojiyê gotina remil belkî rasttir be.



27.01.2014 22:44 | simurg56

5. Hinek rastiya bircan heye lê ji ber ku însan çêbûyiyek kompleks e ez ji her şiroveyên wan bawer nakim. Însan diguhere statîk namîne.



27.01.2014 23:07 | ceso

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» birca masî

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî