112706. xort û ciwanên wan (bi gelemperî amediyan lê ya rast hemû kurdên li stenbolê dijî yên ku ji aliyê sosyoekonomîk ve di çîna hejaran de ne û di "gecekonduyan" de dijîn û nexwende ne) bûne malzemeya qerf henekên tora tirkan. ji bo wan dibêjin "zalım". kinc û şekal, peyvîn (bi tirkiya wan) û tevger... hemû tiştên wan ber qerfan in. ya rast, mirov ditirse silavê bide wan, êrîşkar û talûkedar xuya dikin, (di eskeriyê de yek hebû, ya xwedê!) ewqas mirov ditirsînin lê dîsa jî xwîn winda nabe, zora min diçe. |
|
06.06.2013 16:08 |
endazer
|
112719. Heta pênc deh sal berê jî ciwanên Amedê ji nîvê zêdetir pirr polîtîk bûn. Di nava ew ên devbelaş de jî xwîna welatparêziyê hebû. Tê bîra min wan çaxan tu biçûya kîja qehwexaneyê û guh bidêra ciwanan di sedî de 90 ji wan siyasetê diaxifiya lê nizanim ji ber çi ye belkî tirs belkî hêvîşikestiyê belkî westîyayîbûyîn belkî têkçûn belkî ji bela sosyal medyayê piştî hilbijartina 2015an Amed di sedî de sed guherî her ku çû rewşa wî ber bi kaviliyê de çû. Êdî xema ciwanan cuda ye. Ez pirseke dî bikim kî bû sebeb? Çima di nava pênc salan de wek ku ji erdekî dî hatibin fikr û raman û tevgera Ciwanan veguherî. |
|
08.06.2013 14:50 |
simurg56
|