1. nebatek e. dirûvê wê wek petêxa ye. lê wek petêx hundirê wê bi dendikê wê tije nabe, hema hema vala ye. dendikê wê kêm e lê pir xweş in. |
|
18.03.2014 17:39 |
mergehez
|
2. carinan bi henekî carinan jî wek heqaretekê tê bikar anîn. li cem me bi herdu wateyan jî tê bikar anîn. ku bi wateya heqaretê bê bikar anîn, em jî dikarin bersivekê bidin. |
|
18.03.2014 17:54 |
mergehez
|
3. (bnr: serî lê bû kundir) |
|
18.03.2014 20:02 |
mergehez
|
4. bi qewlê osman baydemîr tişta ku ji pakêta hikûmeta akpê derketiye ye.. |
|
18.03.2014 20:15 |
endazer
|
5. li cizîrê jê re kulind dibêjin û ji kulindên biçûk yên ku pê dolme tên çêkirin re jî dolmik tê gotin.. dolmik gir û girover e û dolmik jî rast û tîk û dirêj e.. |
|
18.03.2014 20:16 |
endazer
|
6. Ji cureyekê wan re kundirê mîranî tê gotin..her wiha stran jî li ser hatina gotin. |
|
18.03.2014 22:06 |
birho_fîlo
|
7. (bnr: kulind) |
|
24.05.2014 18:39 |
azadixwaz
|
8. gelek mezin e lÊ hundir vala ye |
|
26.06.2014 13:38 |
ferhenga şikestî
|
9. Piçûkiya xwe da, dema ku ez bi heft-heyşt salî bûm, porê min di dikana berberê da bi makînayê sisê nimro dihat jêkirin. pênc deqe besê min bû. mû li ser çavên min û rûyê min belav dibûn. nizanim çima, min xwîdan dida. ez qayil bûm xwe bixurîyama lê belê berberê kûçikbav digot "xwe tevnegerîne!" dikaribûm bifetisîyama. ew porjêkirin ji min ra, gedeyekî reben, zilmekî pir giran dihat. û bi ser da jî ji ber kinbûna porê min, li malê ji min ra digotin kundir. |
|
01.02.2018 17:33 ~2019.12.04 20:58 |
mirovekirind
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |