1. di sala 1991’an de li bajarê Stenbolê, di bin rêvebiriya çend rewşenbîrên Kurd de hate sazkirin. Armanca sazbûna NÇM’ê ew bû ku huner û çanda Kurd, bi pîvana hûner derxîne holê û bi gelê dinyayê re par bike. Bi vê felsefeyê, di serbana NÇM’ê de komên hûnerê hatin û tên avakirin. |
|
02.04.2014 13:59 |
xwelî li ser
|
2. Ji xeynî komên xwe yên muzîkê tu tişt bi ser nexistine. Û tu carî nebûye nçm ew hertim mane mkm |
|
18.12.2014 20:19 |
cîncoqo
|
3. (bnr: nçm) |
|
18.12.2014 21:06 |
xendekî
|
4. Gelek komên serkeftî jê derketine. Yek jê jî koma rewşen. |
|
18.12.2014 21:20 |
azadixwaz
|
5. saziyeke ku li stenbolê weke mala bavê a xwendekarên kurd bû. bi taybetî jî li kolaneke weke kolana istiklalê, di nav biyanîbûnê û di nav xerîbiyê de cîheke ku mirov bêhna xwe vedikir bû. gelek car hebûn ku ez li bar ên asmalı mescitê, di bin bandora mûzîkên teqerek, cixare û mey de ji xwe dûr diketim. di vî rewşê de nçm gelek caran bo min dibû cîhê terapiye. min mey a xwe û hevalên xwe li barê dihîşt, bi lez li dûr diketim, direvîm û diçûm nçmê û çayeke bi dem vedixwar. |
|
19.12.2014 10:27 |
nazim tolhildan
|
6. Nçm roja 16’ê berfanbarê ji bo 32’yemîn salvegera xwe ê konser bide. Di konserê de yalda abbasî û dengbêj kazo jî hene. Kesên ku ê tevlî konserê bibin bila di dewsa min de jî li wan hunermendan bihisin… |
|
14.12.2023 00:36 ~2023.12.15 21:29 |
çaya germ
|
kanzî [2] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [4] |