Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


39 mijar û 68 peyam
kilama dilan a j.alfred prufrock - tirşik
kilama dilan a j.alfred prufrock
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. helbesta t.s.eliot e, di civata wÊjeyî de gelekî deng veda ye...

û ez jî hatim vê helbestê anîm li ber çavÊn we. helbesteke dirêj bû lÊ ne giring e ji ber ku ez helbesthez im *



“ Eqer bifikiriyama ku wê bersiva min bibûya bo yekî paşê wegere dinyayê,

wê ev rivîn bêyî tevgereke din bimaya lê ji wê rojê de ye ku hîç kes zindî venegeriyaye ji vê kûraniyê, tiştê ku min bihîstiye rast be, te dibersivîn im bêyî tirsa nemerdiyê” Dante,ınferno 27.61-66



Wê hingê em herin, tu û ez,

Gava ku êvar dena xwe dide esmên,

Wekî nexweşekî li ser maseyekê xewirî;

Em herin, di kuçeyên binîşan î nîvxalî re,

Vedimire nûhirîna

Şevên bêxew di hotelên berdîberdan î yekşevî de

Û li aşxaneyên bi ardemişar û qalikên îstirîdyeyan ve;

kuçeyên ku wekî devjeniyeke zehlekar

A mebesta kone raçav dikin

Te têvedidin pirseke êrîşkar…

Axx nepirse, “ ew çi ye?”

Em herin û serdana xwe bikin.



Di odeyê de jin pêgermokê digerînin

Behsa Michelangelo dikin



Mija zer î pişta xwe di camên pencereyan dide

Morana zer î pozê xwe di camên pencereyan dide

Bi zimanê xwe quncikên êvarê dalêst,

Li ser birkên di hundirê çiranekan de werqilî,

Hişt teniya ku ji rojingan dadireje bi ser piştê bikeve

Di ber berbanikê re şiqitî, ji nişkê ve qevazek da,

Dît ku şeveke nerm a kewçêrê bû,

Li dora xênî çivek da xwe,di xew re çû.



Û bera jî wê dem hebe

Ji bo morana zer a ku di kuçeyê de dikişe

Pişta xwe di camên pencereyan dide;

Wê dem hebe,wê dem hebe

Ji bo amadekirina rûyekî ku rastî rûyên ku tu rast têyî bê;

Wê dem hebe ji bo kuştin û afirandinê,

Dem ji bo destên hemû kar û rojên

Ku pirsekê radikin û dadixînin teyfika te;

Dem ji bo te û ji bo min,

Dîsa jî dem ji bo bi sedan dudiliyan,

Ji bo bi sedan dilbêjî û çavpêxistinan,

Beriya xwarina tostekê û vexwarina çayekê.



Di odeyê de jin pêgermokê digerînin

Behsa Michelangelo dikin





Û bera jî wê dem hebe

Ji bo matmayînê, “ Ma ez diwêrim?” û “ Ma ez diwêrim?”

Dem ji bo vegerînê û di derenceyan re daketinê,

Bi keçelê di orta porê min de-

( wê bibêjin: “ Hela porê wî çi qas firk dibe!”)

qapûtê min ,berstûya min a ku hişkehişk hildikşe zeniya min,

kiravêta min rengrengî û bêmirês e,

lê bi sincakeke petî xwe nîşan dide-

( Wê bibêbejin; “ Lê hela mil û ling çawa lê zirav bûne!”)

Ma ez diwêrim

Gerdûnê zivêr bikim?

Di deqeyekê de dem heye

Ji bo biryaran û çavpêxistinan, ku dê deqeyek wê yekê

Vajî bike.



Ji ber ku hemûyan nas dikim,nas dikim hemûyan-

Êvaran ,beyaniyan,piştî nîvroyan nas dikim,

Min jiyana xwe bi kevçiyên qehweyê rokir û pîva;

Nas dikim dengên ku bi payîzeke li ber sirkatê vedimirin

Li ber muzîka ku ji odeyeke cîran tê.

Wê hingê divê çawa têderxim?



Û çavan nas dikim, nas dikim hemûyan-

Çavên ku te di derbirrîneke misoger de bi cî dikin,

Û gava ku ez têm eşkerekirin, dipijilim ser sincakekê,

Gava ku têm pêvekirin û çiv didim xwe li ser dîwêr,

wê hingê divê çawa dest pê bikim

çêlî hemû roj û karên xwe yên dawîşêtî bikim?

Û divê çawa têderxim?



Û milan nas dikim, nas dikim hemûyan-

milên bazinî,spî û tazî

( lê li ber roniya lempeyê,

Li gel porê qehweyî yê vekirî di rex de hatî!)

Ma bêhna parfûmê ye ji kincekê tê

Min wiha ji babatê bi dûr dixe?

Milên bi maseyekê de dirêjbûyî, an xwe li dora şalekê pêçayî.

Û ma wê hingê divê ez têderxim?

Û divê çawa dest pê bikim?



………



Ma bibêjim, di tarîgewrika êvarê de di kuçeyên teng re derbas bûm

Ketim temaşeya dûyê ku bilind dibe ji qelûnên

mirovên tenê yî bertana kurtikan, ku derdikevin ber

pencereyan?...



diviya bibûma cotek pencikê zivir

ku xwe berdide zemînên deryayên bêdeng



……..



Û piştî nîvro, êvar, wisa aram radizê!

Ji aliyê tiliyên dirêj ve hatiya şayîkkirin,

Di xewê de…betilî…an jî xwe li nexweşiyê datîne,

Li ser raxerê dirêjbûyî, va ye di navbera te û min de.

Qey divê,piştî çay û kek û şerbetên sar,

Zor bidimê, kêliyê bajom tayê?

Lê tevî ku giriyam û min rojî girt, giriyam û min başkurî kir,

Tevî kum in serê xwe dît ( porê min peşkekî weşiyaye)

Di teyfika serwêsê de,

Ez ne pêxember im-vê yekê jî girîngiya xwe nîne;

Min dît kêliya meziniya min velerizî;

Û min dît Garsonê nemir qapûtê min girt,

Tinazê xwe bi min kir,

Kin lêxim, tirsiyam.

Digel vê yekê, qey hêjayî wê yekê bû,

Piştî fîncanan,marmeladê, çayê,

Di nava porsêlenan de, di nava gaegaline te û min de,

Qey hêja bû,

Me bûjen bi kenekî gez kir,

Rojgar di hundirê gogekê de dewisand,

Ji bo ku em wê bigindirînin ber bi pirsine giran,

Da ku em bibêjin; “ Ez Lazarûs im, ji ba miriyan têm,

Vegeriyam ji bo ku her tiştî ji we re derevekim, ez ê her tiştî ji we re derevekim”-

Eger yek balgiyekî bide ber serê wê,

Ku ez bibêjim: “ tiştê min xwest bibêjim hîç ne ew bû.

Tiştê min ê bigota hîç ne ew e”



Digel vê yekê,qey hêjayî wê yekê bû,

Qey hêja bû,

Piştî avaçûnên rojê,piştî hewşan û kuçeyên avreşînkirî,

Piştî romanan, fîncanên çayê,pêşên

Bi awayekî betilî raxerê gav dikin-

Ev û hê gelekên wiha?...

Ne pêkan e ez gotina xwe bê kêmasî qise bikim!

Lê weku çiraxeke efsûnî li ser perdeyekê rîşeyan

Li moçikan zêde bike;

Qey hêja ye

Eger yek balgiyekî bi cî bike, an şalekê bigire bavêje,

Berê xwe bide pencereyê,ku bibêje:

“ tiştê min ê bigota hîç ne ew e,

tiştê min xwest bibêjim hîç ne ew bû”

………





Na! Ez ne Mîrze Hamlet im, armanca min jî nebû;

Lordekî xulam im,yekî ku wê

pêşketinekê binitirîne,çend sehneyan bide destpêkirin,

mîrze şîret bike: bê şik û guman,peyayê her karî,

giramgir,dilgeşê kêrhatinê,

konevan,baldar û xeşîm;

gotinbêjekî berz,lê piçekî serhişk;

carinan,bi rastî,hema hema qeşmer;

tu manîne,carinan, Hişsivik.



Kal dibim…kal dibim…

Ez ê daw û delingên xwe hildim.



Porê xwe di paş de nîvonîvo bikim?

Ma ez diwêrim xoxekê bixwim?

Ez ê şalê ji cawê spî li xwe bikim, dakevim kevîşenê.

Min serperiyên ku ji hev re distrandin bihîstin.



Yeqîn nakim ji min re bistrên.



Min dît li pelan siwar bûbûn dajotin ber bi deryayê

Şeh dikirin porê spî yê pêlên ku difikirin

Gava ku ba pifî ava spî û reş dike.



destê me ji odeyên deryayê nebû

li gel deryakeçikên bi kevza sor û qehweyî nixamtî

heya ku dengên mirovan em hişyar kirin û em xeniqîn.



07.04.2014 02:27 | avên_sar

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» kilama dayîka min
» dilan koshnaw

Kategoriyên mijarê:: wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî