Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


5 mijar û 8 peyam
çû dilovaniya xwe - tirşik
çû dilovaniya xwe
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ew têgeh e ku ji bo kesên mirî, rehmetkirî tê gotin. lê kurdên bakurî vê têgehê bi awayekî şaş dixebitînin. têgeha hanê ji soranî ve ketiye kurmancî. di zaravayê soranî de 'xwedê', 'xwe' ye. ango em rasterast bêyî ku li wateya wê hûr bibin, wegerê dikin. jixwe diyar e ku mariv nikare here dilovaniya xwe ji ber ku dilovan û dilovîn xwedê ye û mariv jî diçe dilovaniya xwedê..



09.04.2014 23:13 | ferhenga şikestî

2. yek ji wan term û têgehan e ku vê paşiyê wekê gelek term û têgehên din bi destê zimannezananên kurdî ji bo vegotin û ragihandina mirina -jiyana xwe ji destdana- kesekî tê bikaranîn..



(bnr: çû ber rehma xwudê)

(bnr: çû ser rehma xwudê)

(bnr: emrê xwudê kir)

(bnr: mir)

(bnr: xwudê kerema xwe pê re kir)



09.04.2014 23:20 | endazer

3. (bnr: gihaşt dilovaniya xwe)



09.04.2014 23:24 | mergehez

4. Em li farqîna amedê dibêjin "rehmet kir".

(bnr: rehmet kirin)



09.04.2014 23:28 | ceso

5. Yekî got:

Oldar dibêjin: çû ber dilovaniya xwedê.

Bêol dibêjin: koça xwe ya dawî kir...

Serkundir dibêjin: "Çû ser dilovaniya xwe..."



05.02.2015 09:53 | xendekî

6. (bnr: jiyana xwe ji dest da)



05.02.2015 21:37 | simurg56

7. ji vê dinyayê siwar bû û çû ya dî *



15.12.2019 23:28 | wiha wilo wisa

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
onedio.com [2]
Jê birine. Onedio jixwe malperekê beradayî bû veca li ber çavê min bêt...
kurdistan [2]
Welatekê sêwî ye. Her gava di nav we welatê êş û qîrîn e. Xwedê li wi...
ferhengên înteraktîf [1]
Ferhengeke ehmeqî hebû bi navê inci sozluk. Wan ew ferheng g...
cemali coşan [1]
Wek bernavkê ku tê zanîn "ankaralı kürt cemali" yekem qubede...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Duh bi tesadûfî rastî vê versiyona strana bejnê (feqe çûne ber feqetiy...
belki ev jî bala te bikişînin
» çûna çîyê ya endazer
» xweştirîn kurmancî

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî