Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
vincent willem van gogh - tirşik
vincent willem van gogh
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. wênasazekî hollandî ye. di navbera salên 1853an û 1890an de jîyaye. wênesazê empresyonist yê herî navdar e. xwedanê hestên giran, kûr û bûhranî ye. di saxîya wî de qedr û hejayî ya wî nehatîye zanîn. mixabin jîyana xwe di bê peretî û belengazîyê de derbas kiriye. lê vê gavê wêneyên wî di dinyê de wêneyên herî biha ne. ji ber giranîya derunnasîya xwe, boyaxên wêneyên xwe dixwar û ji ber ku portre ya xwe ya bi guhekê tenê ve çêke, guhê xwe jê kiriye.

(bnr: wênesazê ku guhê xwe jê kiriye)

(bnr: wênesazê ku boyaxên wêneyan dixwe)



03.05.2014 14:37 | nazim tolhildan

2. ya ku wênesazê navdar ê hollandî vincent van gogh di encama tevlîhevbûneka derûnî de guhê xwe jêkiribû û jê re şandibû, piştî 128 salan diyar bû. kovara "the art newspaper" li ser agahiyên ku di pirtûkek li ser van gogh nû hatiye weşandin de hatine dayîn, lêkolînek kiriye û gihîştiye wê encamê ku van goghê yek ji nûnerê herî grîng ê bizava empresyonîzmê tê pejirandin, guhê xwe yê jêkirî şandiye ji keça cotkarek, gabriella berlatierê re.



kovar her wiha bi dû kitekitên van agahiyan dikeve û digihêje tomarên enstîtuya pasteurê ya parîsê ku keça ciwan demek lê dimîne û derman dibe.



li gor agahiyên kovar dide, gabriella di sala 1888an de 18 salî ye, li gundê bi navê moulesê ku 10 kilometreyan li rojhilatê arlesê dikeve dijî. gabriella çend mehan li kafeya bi navê ''cafe de la gare'' yê karê paqijiyê dike. ev kafe ya du hevalên van gogh e. gabriella wan çend mehan li jûreke li ser mala van gogh dimîne.



lêkolînvan ji arşîvan bi dû rêça gabriella dikevin û digihêjine wê encamê ku têkiliya wê bi van gogh re hebûye lê ev têkilî veşarî maye û piştî vê têkiliyê bi çend salan jî gabriella bi yekî din re zewiciye.



yek ji lêkolînerên art newspaperê ku pisporê jiyana van gogh e martin bailey di gotara xwe de wiha dibêje: ''bi dîtina navê vê jina ciwan re em bi tenê gihîştine beşeka vê razê. niha jî divê em hîn bibin ka gabrîella çi kes bûye û têkiliya wê bi van gogh re çi bûye.”



bernadette murphy, navê yekem ê vê jina ciwan di pirtûka xwe ya nû ya bi navê true story de daye. pirtûk beriya du heftayê hatiye weşandin. lê daye zanîn ku dê paşnavê wê heya destûrê ji mirovên jinikê bigire, aşkere neke. di pirtûkê de tê gotin ku van gogh weke tê zanîn ne parçeyek ji guhê xwe, lê guhê xwe bi temamî jê kiriye.



van gogh bi nîşeya ''vê bi baldarî veşêre'' guhê xwe ji gabriella re dişîne û gabriella guhê van gogh li otêla ku lê karê paqijiyê dike digire.



çavkanî: Here lînkê



09.08.2016 17:47 ~17:51 | tizbîkêş

3. Vincent willem van gogh 30 yê adara 1853 yan li holanda yê gundê groot-zundert ku başûrê herema brendayê hatiye dinyayê. Bavê wê keşîşek hejar bû dêya wê jî keçika cotkarekî hejar bû. Di malbatê de bêyî van gogh 3 keçik û 2 heb jî kurik heyem. Jiyana van gogh heta 12 saliya wê li gund beranberê tenêtî û xwezayê derbas bûye. 16 saliya wê de pêşî la hayde piştî wê bruksel, sê sala şûnde li parîsê pêşengehê goupîlê de karmendîya danûstendinê kiriye.


Wê û birayê xwe theo di van salan de name ji hev re nivîsandiye. Sala 1873 yan de derbasî şaxa heman pêşengehî ya londrayê bû. Lê demek şûnde ji vir jî qetiya û koçî parîsê kir. Li vir jî di encamê de bi rêveberê pêşengeha re lihevnekirin û hat qewirandin dîsa di 1876 an de vegeriya îngilistanê. Li vir bi pereyek kêm li ramastagate ê dibistanek taybet de mamostetî kir. Noelê de dema ku hat malê daxwaza keşîşîya karê bavê wê di dilê wê de keliya û 1877 an de li zanîngeha amsterdam ê ket ezmûna destpêka semînerê mirovê olî lê bi ser neket vegeriya mala bavê xwe.


1878 an de li belçîka yê gundê ku lê madenê borinage ê cih digire bû keşîş. Jiyana wê ya li vir bi hejarî û feqîrî derbas bû lê dîsa jî rojê wê yê herî xweş bû. Xwe fedayê jiyana feqîrê madenvana kiri bû. Gundîya jî li wê bi çavê "îsayê nûjen" dinihêrt. Daxwaza çêkirina risma jî li vê cihê ku di qedera wê de bûye xala werçerxê de destpêkir. Ji birayê xwe theo kaxiz û pênûs xwest û dest bi çêkirina gelaleyên madenvana kir.


Van gogh ku dixwest perwerdehîya resmê bigre, ji vir veqetiya şûnde li bruksel ê bi wênesaz ridden van rappard re hevaltî çêkir û ji wê dersê anatomî û perspektifê girt. Lê demekî şûnde nexweş ket û vegeriya ba malbata xwe etten ê. Li gel berdana karê olî û destpêka wênesazî yê bavê wê jê xeyidî. Di heman katî de dilê xwe berda dotmama xwe ya bî "kee" , pêşnîyazîya wê ya zewacê nehat qebûl kirin. Van Gogh heta îlona 1883 an li la hayde ê ma û resmê xwe yê pêşîn ku yê ji boyaxa neftî yê li vir çêkir.


Bavê wê di çile ya 1886 a mir şûnde çû anvers ê û di akademiya anvers ê de dest bi xebatê kir. Piştî du meha çû cem birayê xwe theo. Hemû pêdivî yê wê û materyalê resmê ji aliyê birayê wê hatin dîtin. Bi alîkariya birayê xwe li parîs ê bi wênesazên navdar yê mîna pissaro, edgar degas, henride toulouse-lautrec û paul gauguin nas kir. Li navenda hunera rojava bû û dixwest vê derfetê heta dawî binirxîne lê mîna wênesazên din li vê derdorê mezin nebûbû, ji jiyanek bi êş û ji nav mirovên bêkêr qetyabû û hatibû. Fêrî rajêrîya qeydan nebûbû, wê tekoşîna mayîna jiyanek ya herî hovkî kiri bû. Vana hemû bu sedema bi yekcar rûxandina kevneşopên demên berê yê kû ji saxlemiya wê guman nedibû, hunera ku mirov zen dike bi bandora avhewaya bakûr ya bi mij û bi zenûn wê bihênije lê bû sedema hunera wê ya ji boyaxa pêk dihat, jê agir û pêt bifûre. Bi derketina hestên wê ye safî û pakî, mirov qilqaldar dibûn û ji dora wê dûr diketin. Van gogh ê ku di hemû têkilîyê bi mirovê derdora xwe de mirad di ber de mayî, hezkirina mirovan ya di hundirê wê de û dilovaniya xwe divêt ku bi boyaxan vebêje.


Li parîs ê bi rengê zindî, bi xêzên hêrsok û rewan ji 2000 an zêtir nîgar çêkir.


20 ê reşemeha 1888 an de koçî malekî zer li bajaroka arles ya başûrê fransayê kir û nîgarê xwe yê herî navdar li vir çêkir. (Li qeraxê qeyîk, gulberojk, bi şevê dîmenê qehweyê...)


Di cotmeha 1888 an dostê we paul gauguin li ser banga hevalê xwe hat cem van gogh. Van gogh heyranîyek mezin di hundirê xe de ji bo paul gauguin hîs dikir lê hîn nebûbû ku bi merivek din re ewqas di navhev de bijî û ser de jî xwe da bû meyê. Paul gauguin jî bi kesayetiya van gogh ya azwer nerihet bû. Van gogh wexta ku resm çêdikir boyax li ser palet nedikir rasterast ji tupê diguvaşt ser tuwalê u li wir boyax dipelixand. Carna jî boyax dixwar an jî diguvaşt nava şîva xwe.

Şevekî bi dûzana dêstê xwe gefê mirinê li hevalê xwe paul gauguin kir û çû kargeha xwe gohê xwe jê kir. Gor gotegotekê gohê xwe yê jêkirî dîyarî jinekê xebatkara kerxaneyê kirîye. Li ser vê bûyerê birayê wê theo ew bir bi qasî du hefteyan avêt nexweşxaneya arles ê. Her çiqwas serê sala 1890 î vegeriya mala xwe û portreya xwe ya goh jêkirî çêkir jî demek kurt de dîsa xeyal dîtin û rakirin heman nexweşxaneyê. Piştî du meha bi daxwaza xwe li tîmarxaneya saint remy raza.


Ev çaxa ji bo hunera wê gelek berdar derbas bû.


27 ê tîrmeha sala 1890 î hêla berêvarê dema di nav zeviyan de resm çêdikir bi demançe ya xwe bera zikê xwe da. Theo tavilê hat auvers ê lê van gogh nexwest tedawî bibe û piştî du rojan di gohê birayê xwe de bi pistepist got "xizanî wê qet neqede" û çavê xwe di 29 ê tîrmeha sala 1890 î de girt.


Hunera van goghe ku 37 saliya xwe de miriye, bû rista sereke ya di afirandina zehnîyeta resma nûjen, bi vê awayê derbeyek mezin li kevneşopîyên zexm xist.


Ji dinya van gogh ya nava wê de em ji hevokek ji nav nameyek ku ji birayê xwe theo re nivîsandîye de fam dikin "daxwaza min dayîna tiştê ku li ber çavê min bêhtir, boyaxê mebestek gora xwe bi kar bînim ku tiştê dixwazim vebêjim bi awayekî xurt bînim ser ziman."


Van gogh di 10 salê dawiya temenê xwe de 900 resmê boyaxa avî û boyaxa neftî û 1100 resmê pênûsrejî yê çêkiriye. Wênesazê ku pêşengê empresyonîzmê tê hesêb hinek berhemên wê ketiye nav berhemên herî navdar û biha. Wisa ku portreya bi navê "bijîşk gachet" ya 2 meh berî mirina xwe qedandiye sala 1990 î de bi 82,54 milyon $, otoportreya xwe ya bêrî di sala 1998 an de bi 71,5 milyon $, nîgara ku bi navê "îrîs" di sala 1987 an de bi 53,9 milyon $ î hatiye firotin.


Van gogh di hemû jiyana pişeya resmê de di nava pirsgirêka daringîyê de bû. Bi piştgiriya birayê xwe theo li ser piyan maye. Hevaltiya herdû biran di nameyê ku ji 1872 yan û vir de ji hevdûre şandine hatiye belgekirin. Jimara nameyê ku van gogh ji theo re şandiye ji 600 î bêhtire lê tenê 40 nameyê ku theo ji van gogh re şandiye hatiye dîtin.


Di hemû jiyana xwe de tenê nîgara xwe ya bi navê "rezê sor" firotiye. Ev nîgara hanê cara ewil li bruksel ê sala 1890 î de pêşengehek bi navê les xx hatiye pêşkêş kirin. Less xx komek ji aliye weşanger, parêzer û peyanerekî brukselî "octave maus" di sala 1883 an de bi 20 wênesaz, sêwirîner û peykertiraşên brukselî hatiye çêkirin. Her sal bi 20 hunermendê navdar vedixwendin û pêşengeh li dar dixistin. Nîgara van gogh ya "the red vineyards(rezê sor)" li sala 1890 î de ji aliyê wênesazek emperyonîst "anna bock" bi 400 frankî hatiye girtin. Anna boch xwişka wênesazê dîsa mîna wê emperyonîst û hevalê van gogh eugène boch e. Van gogh di sala 1888 an de portreya eugène boch jî çêkiriye.


Nîgara "the red vineyards" jê şûnde ji aliye berhevokvanê rûsî yê navdar sergei shchukin hatiye girtin lêbelê dema bolşevîkan bi hemû berhevokên wê hate gelemperîkirin û dane hunerên ciwan ya moskova muzeya pûşkîn.



10.02.2020 20:00 ~20:12 | rizgarm

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» vincent van gogh
» van büyükşehir belediyespor

Kategoriyên mijarê:: hunerwenesazi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî