Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
dê û law - tirşik
dê û law
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navê helbesteke rênas jiyan e ku ez kengê wê dixwînim dilê min diperpite. ji aliyê camêrekî pir xweş hatiye xwendin. kerem kin: http://youtu.be/7dza28L2AwY



05.05.2014 00:03 | mergehez

2. dÊ û law



gava ez diçûm

niviştek çêkirîbû

diya min ji bo min

sê nanê firnê qewl krîbû

ji bo ku bayê li ezmanan li min nexista



lêvilkên wê diricifîn

çavikên wê diperpitîn



ku ez vegeriyama

wê sê rojan rojî bigirta

di ber riya Xwedê de



wê sê nanê firnê belav bikira

di ber riya şêx û ûcaxan de

wê şîrê şêr ji min re bianîya

di şîvê êvaran de

wê gulîsorek por hinekirî bixwesta

li gora dilê xwe

ez bizewicandima



ne sê nanê firnê belav kir diya min

ne sê rojan rojî girt

ne golîsorek por hinekirî xwest li gora dilê xwe

û ne jî şîrê şêr anî di şîvê êvaren de



venegeriyam

li wir mam



hêvîyên wê di dil de

bûn kulmek cîncoq

şikestin û man



porkura diya min

li ber malê

hîn li hêvîya min e

hîn...



wê li wir por spî kir

min li vir jîn spî kir



05.05.2014 00:09 | mergehez

3. (bnr: sigmund freud)



05.05.2014 00:43 | biruya hayao miyazaki

4. helbesteka gellekî xweş û bandorê li kezebê dike. kengê bixwînim hestiyar dibim û rênasê hêja pîroz dikim



05.05.2014 09:37 | renas

5. helbesta ku ferzent çelîk xweş xwendiye ye.



26.10.2014 11:54 | berxweda

6. nivîskarê helbestê rênas jiyan e.



26.10.2014 16:14 | şêrkux

7.



27.02.2015 19:17 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» dêresorê
» lawikên bursayê

Kategoriyên mijarê:: wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî