Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
klon

klon

1. ji wîkîpediya: Klon, Clone, dubareya cînî rast ji cînekî taybet yan ji zîndewerê hemûkî ye.
ji bo cînî jî gotiye: hebûneke ruhanî, mîtosî ye. niza'm, şibandina navê bi kîjan riyê hatiye kirin. * dibe ku cenîn?
ji klonkirin jî gotiye: Dubarekirin Cloning, dabeşbûna dirêjkî ya xaneyê pêşîne ku xelkekî xaneyên zayend wekhev (klon) dide.

ji ber demoqrasî, banqa, banqot, qolonya, qalîte, qaptan, qargo/ qarx:o, qarne, qlavye; bi ya min bibe qlon. ha, mistefa aydogan di rêbera rastnivîsînê de gotiye ev awayên nerast in lê belê ji ber kîjan qeydeyê? dayîka min a hema bibêje tirkî nizane, van hemû peyvan bi q-yê bi lêv dike ku bawer nakim ku tirşikvaneke hebe van peyvan bi k-yê dibêje. hêla bêhdînan jî wisa dinivîsînin. carinan dibêjim, gelo ev şiklên -k- ji bandora tirkî ye? ma nabe?

her wiha, ji ber ku li wîkiyê wisa nivîsandine, hema ez jî xwe nadim ber topê. *

***
qlonkirin, ji ber hin sedemên ehlaqî ve di gelek welatan de hatiye qedexekirin an jî hatiye sînorkirin. oldar jî dibêjin mirov dixwazin destên xwe biavêjin taybetiyên xweda. li gorî wan afirandina jîndar ne peywira mirov e. lê bi ya min ehlaq li aliyekî, bikaranîna aqlê, hişê, ya ku xweda daye mirov ji bo bi kar bîne, ne yê tirsê lê beravajî ya pesnê ye û sedemeke îbadetê ye: heke mirov dikarin tiştekî wisa bikin, ka hela bifikirin dê xweda dikare çi tiştan bike.

kêrhatiya wê ya ewil ew e ku zanyaran dikarin bi vê riyê ji bo gelek nexweşan çareserî biberhimînin. di 20 salên dawîn de gelek heywan mîna mîh û beraz hatin qlonkirin ku dolly, ez dibêjim qey, di nav wan heywanên qlonkirî de ya herî navdar e, lê rebenê mîh ji ber nexweşiya kezebê miriye.

tirsa ehlaqê, ji ber mezaxê ye. ango qapîtalîzmê bi xwe ye. gelek filîm jî henin ku ehlaqê li ser qlonkirinê niqaş dkin. yên ku di hişê min de maye û gelek serkeftî ye, bêguman never let me go ye.



30.12.2017 17:34 ~17:40 | biruya hayao miyazaki

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» klon

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî