4. wergera bi kurdî ya gotinên vê stranê;
Eger tu li dilketiyekî digerî
Te çi ji min bivê ez ê bikim
Û eger doza evîneka din bikî
ez ê ji bo te maskeyeke din ji bo rûyê xwe bitefsilînim
Eger hevserekî dixwazî
Vaye ji te re ne destên min
An eger dixwazî ji acizî min li erdê xî
Vaye li vir li ser piyan im
Ez im, ez mêrê te
Eger baksirekî dixwazî
dikarim derkevim ser rîngê
Eger doza doktorekî dikî
Dikarim her bosteka bedena te bipelînim
Eger şifêrekî dixwazî
Dikarim xwe li nav bidim
An eger ji min bixwazî ku te bigerînim
Tu zanî dikarî serbestî î
Ez im, ez mêrê te
ax heyv diîse, dibiriqe
qeyd û bend zêde şideh in
hûtê heftserî wê nekeve xew
ji bo sozên min dayîn li ber xwe didim
yên min dayîn û bicih neanîn
lê tu zilam nikare jinekî li xwe vegerîne
li ser çongên xwe yên şikestî
an diviya min xwe berev te ve kaş kiribûya
an diviya min xwe avêjtibûya ber daw û delingên te
an diviya min gazî spehîtaya te bikira
wekû kûçikekî tûle
an diviya hilperişkîbûma derz û qeliştekên dilê te
û diviya min gotibûya bi Xwudêkî, tu bi Xwudêkî
ez im, ez mêrê te
Û eger çavên te ketibin ser hev
Ji bo çend deqeyekî li ser rê
Min ê dest avêtibûya çerxa rê
Û eger dixwazî li kolanan bi serê xwe bigerî
Dikarim xwe hilînim ji bo te
Eger ji bo zarokên xwe li bavekî digerî
An eger dixwazî bi qasekî bi min re li ser xwe bigerî
li ber qeraxê behrê
Ez im, ez mêrê te
Eger tu li dilketiyekî digerî
Te çi ji min bivê ez ê bikim
Û eger doza evîneka din bikî
Ez ê ji bo te maskeyeke din ji bo rûyê xwe bitefsilînim
|