Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


13 mijar û 22 peyam
ji kerema tirkan bajarên bakur pêşketî bûye

ji kerema tirkan bajarên bakur pêşketî bûye

8. Îdîayeke ji îdîayên troleke kevn yê tirşikê ye. Rastiyê berbiçav nake. Ji bo pûçkirina vê îdîayê gotarên zanistî û civakî navê. Ezê tenê ji bajarê ku lê dijîm mînakan bidim dê rewş zelal bibe.

Ez li navçeyeke bajarê amedê dijîm. Li navçeya me rêyeke rast û bê çal, kortik, herî tune. Dema baran tê ji heriyê kuçe diherimin. Ji ber kortika her erebe salê carekî amortîsorê xwe nû dike. Root- balansa wesayitan xera dibe.

Ava paqij heftê carekî roja yekşemê li ser navçeyê tê birîn, ji loma di hemû xaniyan de depoya avê heye. Pergala kanalîzasyonê ne baş e. Di baraneke zêde de dixetime.

Gaza xwezayî, ev nizanim çendikê çend sale gazê bi rêya lûleyan li ser xaka kurdistanê dikşînin bajarên xwe û li bajarên xwe bikar tînin. Hêja ev salek e kişandine navçeya me.ew jî ne hemû navçe. Gazê birinê taxên, emniyet, adliye, nexweşxane, lojmanên polês, hakiman, tokî û avahiyên mutehît û dewlemend lê hene. Nebirine taxên feqîra.

Nexweşxane, kêrî çi tiştekî nayê. Emeliyatên giran nikare bike. Amûrên pêwîst lê tune ye. Cîhaza mr lê tune ye. Ji bilî nivîsandina dermanan çi tiştekî nakin. Ji bo rewşên giran berê nexweşan didin amed, gurgum an stenbolê. Nexweşxana dirana jî, ji bilî rakirina dirana çi xizmetê nake. Li gor gotinên bijîşka, amûra filîmê dirana dikşîne jî li nexweşxaneya wan tune ye.

Sûk û bazirganî, nîviyê sûkê ji ber ku avahiya emniyetê tê de heye, ji tirsa pkkê girtine. Jihekî bazarê yê asê tune ye. Wekî qereçiya her rojê dezgê xwe li kuçe û şeqamekî datînin. Kargehên mezin û navenda kirîn û firotanê li navçeyê tune ye.

Pirtûkxane, li navçeyê pirtûkxaneyek ji gel re vekirî û heya ne vekirî tune ye. Pirtûkxaneyek ji aliyê tirşikvanekî hatibû vekirin jî, ji ber kurdewarî bû dan girtin.

Aktîvîteyên sosyal, li navçeyê tiyatro û sînema tune ye. Lûnapark tune ye. Baxçeya lawiran ( heywanatan) tune ye.

Pêşesazî, ji bilî çend fabrîkokên çir-çir û pembo pê ve hama bêje tune ye. Van salên dawîn gelek tekstîl lê zêde bûne. Yên ku zanim ji 20î zêdetir tekstîl lê heye. Gelemperî tekstîlvanên li stenbol û bajarên tirka, tekstîlê xwe digrin û tên li bajarê kurda vedikin. Lê ne ji bo xatirê çavê wanî reş. Ji ber ku li vir karker erzan in. Li stenbol her karkerek herî kêm "asgarî ücret" ( heqdesta herî kêm ya dewlet diyar kiriye) û sîxorte distîne. Lê li vir zarokên 16-19 salî bi 900tl yî bêsîxorte dixebitînin. Yek din ji sedema hatina wan cêyrana qaçax e. ( lê anha ew jî ji dest wan çû)

Ev navçeya ku behs dikim ne biçûk e. Duyemîn mezintir navçeya amedê ye. Gelheya wê 120 hezar e. Ji gelek bajarên tirka mezintir e. Vêga bawerim rewş bi zelalî hat ber çava û ne pêşketin heya ku paşxistina tirka ya bajarên kurda diyar dibe.



15.02.2021 23:17 | tîrêj zana 21

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
se7en [3]
Wat waz yîn di bakssssssss, watttt wazzzzz yînnn di bakssssssss* ...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Nilufer Akbal- Dilo Yeman, Koçgirî

...
bêrîtan [2]
bêrîtan weke din bêrtiyan û bêrtî jî dibêjin. navê...
tirşik forûm [1]
tirşik forûm/145122 nişanyan werê dibêje: https://www.nisanyanadlar.com/isim/Berit...
antolojiya helbestvanên nûjen [4]
Antolojiya Helbestvanên Nûjen: Helbestvanên Bakur antolojiya helbestva...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirkan şoray
» bajarên herî mezin yên kurdistanê
» bakur
» bûyerên ecêb

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî