2. ev peyva ecêb kî ji kû dera xwe derxistiye nizanim lê çendî di zimanê nivîsê de cihê xwe çêkiribe jî wê tu carî li ser zar û zimanê xelkê negere.. îro tu herî kîjan gund û bajarê kurdistanê û bi çi zaravayî biştexilî biştexile dema tu bêjî eyar herkes wê ji te têbigihe lê bawer nakim ku kesek nexwende ji peyva mîhengê fêm bike.. ev hewl û xebatên safîkirin û sekûlerkirina zimên berê ji aliyê kemalîstan ve hatiye ceribandin û jê negirtiye û bi ser neketiye.. ji kerema xwe tişta ku hatî ceribandin û tu encamên xêrê û başiyê jê derneketîn li ser gelê kurd û gelên kurdistanî neceribînin.. bihêlin ku bila kurd jî û kurdî jî di cok û rêka xwe ya xwezayî de biherike û pêşve here.. |
|
29.06.2013 03:08 |
endazer
|
zimanê duyemîn yê gelê başûrê kurdistanê [1] |
|
zimanê duyemîn yê gelê başûrê kurdistanê [1] |
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |