Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
rêya lîkyayê

rêya lîkyayê

2. rêya ku ez û hevalekî em hefyekî li ser meşiyan û heftiyekî jî bi otostop û dolmişan gund bi gund, bajar bi bajar geriyan. digel germahiya zêde, barê giran û erda asê, tecrube û serpêhatiyeke newaze bû, bi dimenên behra spî, bi xwezaya xwe ya bi dar û daristan û bi dîroka xwe ya kevnare ya 3000 salan ku lîkyayî, helenîst, romayî û bîzansan li pey xwe hiştine.

me ji fethiye'ya muğla'yê dest pê kir û li kemer'a antalya'yê dawî bi gera xwe anî. ji fethiyeyê heta kaşê em meşiyan û kaş'ê heta kemerê jî bi otostop û dolmişan em geriyan. nêzikê 180 km meşiyan û li ser hev 260 km geriyan.

her tiştên me li ser pişta me bû û em kengî diwestiyan me konê xwe vedida û em radizan. xwarin jî me çiqas dikarî bixwe çêdikir lê hinek caran em zêde diwestiyan me li derve xwarina xwe dixwar. em diçûn li ku derê, cihên kampê hebûn lewma bi bihayeke erzan me dikariya ser û cilên xwe bişûn û telefon û powerbankan şarj bikin.

ji ber ku em herdu jî li kurdistanê li ser çiyayên asê mezin bibûn, hilpekîn û nişîvbûnên girên mezin em zêde aciz nedirin. ya rastî ez hinek xam bibûm jiber homeofficeê lewma di destpêkê aciz dibûm :(. lê ya zehmet germ û hêlma kambax bû ku em qet hîn nebibûn. ew ji serhedê bû ez jî ji xerzanê bûm, du heremên hênik. û herwiha av jî tunebû li ser rê. min her carî xweziya çiyayên tetwanê dikir ku li her derê kanî û çem hene. :/

tişta ez matmayî hiştim ew bû ku li her dera em diçûn bajarên antîk an jî kavilên hezar salan hebûn. di bin her gavê ku me diavêt bermayiyên dîrokî hebûn. ji xwe re şarezayiyeke mezin ava kirine digel hemû astengiyên erdnîgarî û beşerî. bi huner, bazirganî, deryavanî, nexşebendiya keviran û gelek tiştên din pêş ketine û di navbera eşîr û bajar-dewletan de yekitî ava kirine. ji bo tengasiyên erdnîgarî çareseriyên civakî dîtine. şervan nebûne lê mileteke wêrek bûne û xwedî hestên netewperwerî û xweserî bûne.

ji bo xweza û behra heremê ti gotinên min tune ne. em hemû jî dizanin û me meth û pesnên peravên bahra spî bihîstine. me çiqas karî em ketine behrê. ew behra zelal û temîz. tenê tişta em aciz kirin germ bû, xwezî me bihara ewil vê gerê bikira lê ji ber karên me, me tenê karî havînê em derkevin betlaneyê.

dixwazim lîsteya tiştên ku me bi xwe re biribûn li vir binivîsim belku tirşvanek vê riyê bimeşe:
(barê me herdûyan jî nêzikê 14-15 kîloyan hebû (me av zêde zêde dibir bi xwe re))

- çenteyeke 60 lîtreyan
- boteke heta zendê
- kon
- mat
- tulumê xewê
- baton (navê kopalê yê profesyonel*)
- cilên yedek (min xêyn ji yên li ser xwe: du tîşort, şortekî, goreyekî û du baksir bi xwe re birin)
- xawlî û şorta behrê (yên zû ziwa dibin)
- şewqe
- şarpeyekî him ji bo girtina stûyê û ziwakirina xwîdanê
- powerbank
- lembeya seran û pîl
- firçe û mecûna diranan
- melhema tavê û vazelîn
- dermanên êşbir ên ser û masulkeyan
- pirtûk
- berçavka tavê (lê min qet li xwe nekir)
- xwarinên sivik û merivan têr dikin, çerez
- cewdik ango metere ji bo avê (me hertim nêzikê 3 lîtreyan bi xwe dibirin)
- çaydan (kurd bê çay aş nabin*)
- heste

yên dixwazin dikarin wêneyên min li ser instagramê parve krine binêrin. Here lînkê



09.08.2021 22:40 | xelîl

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» rêya dibistanê a kevin

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî