Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
nimêja îniyê

nimêja îniyê

20. Nimêja ku heya 3 sal berê jî bê navber, bêyî ku carek jî jê nuqsanî hebe li ser hev diçûm. Ji xwe demekî feqî, demekî xwendekarê quranê û demekî muezinê camiyê bûm ku ne pêkan bû neçûma xutbê. Lê ta wê roja mela derket ser mînbera şerîf û dest bi xwendina kaxiza ji hikûmata enqerayê hatibû kir. Her tim melê me bi erebî dest bi xutbê dikir, paşê hinek bi tirkî we`z û nesîheta dikir û piştre tavêt xeta kurmancî û heya jê dihat dirêj dikir. Lê nizanim êdî hinek segbavên li qirûş û eferimê xwe digerin wî gilî kirin an çend memûrên dihatin xwe di qozîka camiyê de diqurnisandin li cem miftî giliya wî kirin. Ji wê rojê şûnde melayê me xwe avêt bextê tirkî û terka kurmanciya şêrîn kir. Êdî xutbê bi temamî bi tirkî dixwend. Vêca ewjî ne bese behsa cejnên hikûmatê dikir, nifiran li me kurdan dikir, propogandaya hikûmatê dikir. Rojekê ji roja înê dîsa melê me mîkrofona xwe eyar kir, cibbê xwe li xwe kir, şaşika xwe li serê xwe şidand û yek bi yek pêlikên mînberê derket. Destê xwe avêt berîka cibbê xwe yê hundir û fermana ji enqera şewitî hatibû derxist. Min dî bû zîke zîka mîkrofonê û mela fermanê li ser miletê dixwand. Behsa "ecdadê me" mihemedê mala osmaniya dikir ku bê çawa stenbol "feth" kiriye. Min dî behsa mezinahiya miletê tirk dike. Hew min nedît firêmê mele hew zevt kir û bi şid pêde diçe. Ma tê bêjî behsa " terorîstan" nekir, ma tê bêjî behsa "terorîstên binxetê" nekir. Ma tê bêjî bo lingê leşkeran li efrînê li keviran nekeve dua nekir. Her cara dirêj dikir cimaet ji xutbê radibûn û diçûn. Lê gava herî dawî behsa efrînê kir êdî kêr gihaşt hestû. Cimaetê xwe gijî mela kir û wî ji xutbê daxist. Êdî derfet nemabû ku ew mela li pêş cimaeta me nimêj bike. Mele ji camiyê hat aforozkirin ta melayek din ji camiya me re hat şandin. Çend hefte camî bê mela ma.

Aha sofîtî û çûyina xutba min jî piştî vê meseleyê qediya. Min ji xwe ra fitû derxist ku li pey melê sîstemê nimêj nabe.



13.12.2021 13:10 | tîrêj zana 21

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
bernameyên ku ji bo tirşikê hatine çêkirin [1]
gelo min tiştekî wusa çêkir. hûn id-ya peyamê dinivîsin û bernameya ku...
xwekujî [1]
Xeletiyên ku wekî rast tê xuyakirin: Şaş: Mirov carekê de ...
dayikên şemiyê [1]
27ê gulanê Sal 1995 Komek li qada galatasarayê diciviya, xûyabû ku ...
abdullah kıran [1]
cehşê akademîk. Ji bo îbrahîm reîsî ku kujerê kurdan e û do ji...
cemaeta îsmaîlaxa [1]
Cemaeta ku piştî mirina mahmûd teqle dabû piştî hasan kiliç mir yekcar...
belki ev jî bala te bikişînin
» nimêja îniyê

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî