Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


26 mijar û 63 peyam
behitîn

behitîn

1. Şaş bûn, mat bûn, di cihê xwe da hişk bûn, rewşa sosret, ecayîb an jî seyrê, dumurê.
Her wekî din maneya di gotina (bnr: serpêhatîyên alîs ên li welatê behîtîyan) de jî heye.
Gotineka/peyva ku bîranînek eskeriyê (leşkeriyê) tînê bîra min.
Cihê ku leşkerî kirî de, di nav bi qasî şeşt, heftê kesên heyama dirêj ango “er”an de, çend mehan tenê ez yê “heyama kurt”, bi jargota leşkerî “poşet” digotin. Di dema xwarina şîva evarî û raketina(razan) kowîşê de di nava wan de dimayîm. Di têkiliyê de bi fermî tevdigeriyam hinek navber, mesafe danîbûm ji bona şert û mercên hewcedarî.
Rojekê lê rastî dimenekê hatim ku yekî di dema axaftina li ser nizanim çîk mijare de, bi hevalên xwe ra got “ elewî sûnêt nabin, elewî bêsunet in”. axaftin li kowişê de dibû gelek kes dibihîstî an jî guhdar dikir, deng diçû gelekan. Piştrê ne yek ne jî dudu, qasî sê, çar caran pergî vê dîmenê hatim. Her ku vê gotinê dibihîstim di nava xwe digotî la hawle.Dibe ku di nava wan de yên elewî jî hebin û bi wan gotinan biêşibin. Ji bona min ne mijarek êşînê bû.
Rojeka havîna germ a ber nîvro li ber siya dîwarekî bi tesadûfî ewî ya wan gotinên dikî ra tenê mam. Yekî kurmanc ji aliyê qersê, hinek dîndar, dibistana navîn xelas kiribû, lîse nexwendibû. Ne ji bona biçûkxistinê dibêjim lê li ser wan mijaran de pir nêzan bû. Min jê ra got, “çend caran leqayî hatim te hevalên xwe ra got elewî sunet nabin” got erê wîsa ye cihê ku ez li mezin bûm weha dibêjin, ango bihîstîme. He gotin xelas nekirî, di vê navbera de dest avêtî fermuarê, serê penîsê derxist û got binêre, hema bi lez disa fermûarê pantorê girtî.
Lawik di cihê xwe da ma, hişk bû, behitî, dev ji hev ma, biskekê fam nekir çima min weha kir. piştre da fam kirî ku çima weha beredayî tevgeriyame. Li ser da got “ te serê kîr dît, dev ji gotinên tewşomewşo berde, biterikîne” bi awayekî lêborînî got, nizanim, weha bihîstime, weha dizanîbûm..hwd. lê belê bi teqez fikra wî guherî.



15.11.2023 23:34 ~23:42 | çomo

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik forûm [1]
çewt nebim û magazînerên tirşikê ragihandibûn ku endazer û (vb...
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
belki ev jî bala te bikişînin
» behitîn

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî