Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


41 mijar û 81 peyam
hemko82

hemko82

1. nivîskarekî tirşikê ye. ji salekê zêdetir e li tirşikê ye û her çiqas gelek peyaman nivîsandibe jî piraniya wan jê biriye. xweş dinivîse û kifş e ku ji nîqaş û nirxandinan jî hez dike û qasî dibînim di vî warî de jêhatî ye jî.

hêvî me ku zêdetir binivîse û bi jêbirina peyaman me ji wan bêpar nehêle.

û herwiha ji bendava tirşikê ya 100 peyaman aciz e. berî ez jî aciz bûm lê bawer im û piştrast im ku ev qaîde tirşikê him ji trolan him jî ji girtin û qedexekirinên beredayî diparêze. ji bo mînak em dikarin bobelatên girtinên serhevde yên ekşi sözlükê bidin ku ji ber trolan her roj dozeke nû li ser wan tê vekirin. mijarên siyasî bi rastî jî mirajên hesas in û di carê de dikarin rêya dijminatiyê vekin ku ev jî rê li nakokî û rikdariyên din veke. û ha me dît ku tirşik ketiye rojeva dijminan û doz li ser tirşik û tirşikvanan vebûye.
lewma bergirî û tedbîrên bi vî rengî, tirşikê emirdirêj dikin. dizanim hûn dê bibêjin jixwe tirşik miriye, ma qey bête girtin dê çi bibe? lê ne wisa ye. gelek kesên wek min hene ku tirşikê him ji bo kar him jî ji bo tiştên din wek ansîklopediya bi kar tînin. heya niha min gelek peyv û biwêj li tirşikê dîtine ku li tu derê peyda nabin. lewma tirşik êdî ji malperekê wêdetir, nirxekê ye ji bo me. her çi jî bibe divê em vê nirxê biparêzin. û tiştên me li tirşikê nivîsandina jê nebin ku nifşên nû jî ji van agahî û şîroveyên giranbiha bêpar nemînin.



16.12.2023 16:47 | xelîl

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
tirşik forûm [1]
(bnr: kengî jan kete hestiyên ciwan haco)...
belki ev jî bala te bikişînin
» hemko82

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî