Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


11 mijar û 13 peyam
v3 test bike

v3 test bike

11. bo nîşeyên rêveberiyê:
*. gava min versiyona nû diceriband, mirov dikarîbû ji xwe re jî peyaman bişîne. ew spîbûna ku min qalkiribû di wê ceribeyê de peyda dibû. êdî nabe, jbk êdî nikarî ji xwe re peyam bişîne. * ji xwe, divê hatiba betalkirin ev "taybetiya nelibendê". baş bûye.
**. ew pirsgirêka "drop-down menuyên rûpela profîlê" xuya ye hatiye çareserkirin. sihetxweş.
***. mebest ji peyvên "guherandin, veguherandin" ev e: stranê biguherîne, yekî din veke, yan jî here strana berê. bîska din stranekê farisî lê dida. çima ya farisî guhdar bikim. pştre min dîsa vekir stranekê tirkî. bila vebijark miheqeq bên tevlîkirin *.

--
1. serrastkirinekê biçûk bo rastnivîsê: di profîlê de wiha dinivîse: "têktina dawîn"

2. belkî malper hîn tê çêkirin, loma îngilîzî maye. lê di zeviya nivîsê ya dm-yê de wiha ye: what's on your mind? heman tişt di rewşa derûnî de jî heye: write your post here...

3. ji bo bişkoka radyoyê ya ku li rastê jorê ye: gava tu bişkok dibe ser, du pencereyên biçûk ên nivîsê (popup) vedibin: pencereya mor a ku tenê radio dinivîse. ev ji rêzê ye. tu mişkê bibe ser kîjan bişkokê bi heman rengê pencereya nivîsê vedibe wekî search, add new, theme switcher, search (mebest guherkera zimên e qey) û user avatar. lê di heman demê de pencereya agahiyên radyoyê jî vedibe yên ku navê stran, barkera/ê wê û bişkoka "here radyoyê". yanî her du pencereyên biçûk ên nivîsê tên ser hevûdin. divê bên çareserkirin.

4. pêşniyaz: bi min dengdanên dawîn ên 7 rojî bi temamî bên rêzkirin û gava mirov pê li bişkoka "yên din" bike bila hemû dengdanên 30 rojî bên rêzkirin. ev pêdivî ye jbk rojên ku kesek serî li tirşikê nade û tu tişt nanivîse û hêla çepê vala dimîne, qe nebe bila hêla rastê tije be. min pir guh nedabû lê, heke mewdeya wê lîsteyê hebe, bile mewde jî bê rakirin. ha tu bibêjî ma kê dixwînî û kê deng didî birako, erê tu rast dibêjî.*

5. min nû dît, ev bişkokên bnr û vbnr efsane ne law. sihetxweş!

6. hîn xuyanga ser gerokên telefonan neceriband bi xweşî lê wele pir xweş xuya dike. sihhetxweş . tenê dixwazim balê bikişînîm ser "dengdanên dawîn." pir cih digire. bi min divê ew jî wek 7 roj/rojev/tevlîhev here jor. divê yên dawîn bibe stêrka wê bişkoka jêr-çepê. rewşa heyî di dîmenderên teng telefonan de pir ne karbar û kêrhatî ye jî.

Nîşe: Gelek gerokên android hene ku xwedî vê vebijarkê ne: "vê malperê wekî sepan bar bike". Wekî mînak tu dikarî ser vivaldiyê malperên eksisozluk, evrimagaci yan wikipediayê wekî sepan bar bike Telefona xwe. Û bikaranînên wan siviktir dibe û ceribandinekê hîsa sepanî dide mirovan. Min ceriband, mixabin bo malpera tirşikê tenê kurterê saz dike. Nizanim gelo mirov çawa/çima dikare malperên din bi ser gerokê wek sepan bar bike û ya tirşikê çima nabe. (Belkî ew xwedî sepanên resen in, loma.) Lê heke ev tişt were çareserkirin belkî pêdivî bi sepana resen a tirşikê nemîne.

24 roj berê 20:54 ~21:23 | biruya hayao miyazaki

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
otomobîla min [3]
Navê qenaleke Youtubeê ye, her wiha ji navê wê jî diyare ku li ser oto...
sma [1]
Spînal muskuler atrofî Spînal: ew tişta ku têkilîya wê bi derzanek ...
pirtukakurdi.com [3]
Malpera ku min jî 25 pirtûkên kurdî jê kirîn e. Min pirtûkên xwe sîpar...
organîzasyona şeva govendê ya li stembolê [2]
ya ku xuya ye wê bibe yekemîn "zîrve"ya nivîskarên tirşikê.
ez ...
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2]
Min li ser entegrasyona malpera tirşik û ferhenga tirşik fikrek baş an...
belki ev jî bala te bikişînin
» testa ku mirov pê dişê bizane bê kesek kurd e yan na
» bike kul û derd

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî