Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


7 mijar û 7 peyam
ameno

ameno

1.



Rojekê ez bi şeveqê re rabûbûm. Min ji do ve xwarin nexwaribû û ûrê min ji nêza diêşîya. Bi lez û bez ji nav nivînan rabûm min dest û rûyê xwe şûştin. Çûme mitfaxê da ku ji xwe re taştê kar bikim. Ewilî min berguhka xwe da ber guhê xwe. Ji karkirina xwarinê û ji şûştina firaxan nefret dikim lê ger li straneke xweş bihisim dikarim her karî bikim.

Welhasil

Min bîberan hûr kir, bacanan qeşard û hûr kir dû re min ew avêtin nav miqilkê rûn berda ser wan û min dest bi tevdanê kir.
.....
Ji nişka ve deriyê min lêxist. Pêşî min derî venekir ji ber ku ez ne li hêviya kesekê bûm. Hê ez difikirîm ka ez ê derî vekim an venekim min dît derî dîsa lêda... careke din...

Her car ji cara din xurttir û dijwartir dibû. Ma 'şafak operasyonu' li min dikirin? Çi dibû? Ev ne ya xêrê bû...

Pey ku min bêhneke kûr stand bi hêdîka û bi tirsê nêzî ber derî bûm. Min dest avête mifta dêrî...

Dilekî min digot veke..
Dilekî min digot veneke..
....dîsa û dîsa derî lêdida...ya rebbî....

Axirî min derî bi hêdîka vekir kes xuya nedikir. Min hinekî din vekir lê hê jî kes nedixuya. Min Derî bi temametî vekir dîsa kes tune bû.

Ez difikirim: "qey zarok in, henekan bi min dikin, li derî didin û direvin. Xwedê rûyên wan reş neke."
Li dora derî dimeyzênim kesî nabînim û bêhna min dertê êdî ne hewce ye bitirsim. Mala xwedê ava, derî asê dikim.

Ez li dor xwe dizîvirim da ku biçime mitfaxê lê belê çawa dizîvirim tarîbûnek ber bi çavê min dikeve. Bêhna min dîsa diçike, dilê min bi lez dikute. Dilê min wisa dikute wisa dikute sînorên fîzyolojîk ser û bin dike.

Piçekî din dizîvirim û ez çi bibînim. Hin kesên bi kirasê reş û tarî ne, li ber rûyên wan maske heye ku mirov çav li wan dike fîlmê eyes wide shut tê bîra mirovî li hemberî min in.

Ez dikim ku biqîrim lê bi derbeyekê re bêhiş dikevim.

Çavên xwe nikarim vekim. De û de zorê didim xwe û piçekî vedikim lê çi fêde!
Dora xwe nabînim qey ez kor bûme? Ez çima nabînim?

Milê min, sermilên min dikin biçirin ewqas giranî bi wan ve heye. Wek ku bi derekê ve daliqandî me.

Jixwe birçî bûm êdî tî jî bûme...
Şewat, êş, birçîbûn, tîbûn, korbûn....
Hema çi tişta nexweş hebe li min qewimiye.

"........hûn li hêviya çi ne? De heydê wê bikujin. Hûn li hêviya çi....."

Çi dengekî têr û tijî.. ez direlim..

Hê ez fêm nakim mesele çi ye dengekî din bilind dibe

........ Teq, teq, teq .........
Hawara, Ez mirim! Sînga min qul bû, xwîn wek ava kaniyê diherike. Dîsa ji hiş diçim....

Bi dengê straneke govendê hişê min tê cih. Ma li bihuştê pêşwazîkirin ê bi govendê bûna? Şêx û meleyên me ên kurdan qet behsa vê yekê nekiribûn.

Yan jî hele bisekine... ma ez ji ku derê dizanim ku ez hatime bihuştê?
Dibe ku min şandibine docehê. Ma dêya min nedigot dahol û bilûr ji şeytên in.

Hele şikir..
Çavên min vedibin...
Xumamiya çavên min winda dibe..
Vêga jî hilmeke genî û bêhna şewatê tê pozê min..
Ya rebbel alemîn ev çi bêhn e!

Diyar bû, ev der doceh e. Ma ji bilî docehê ê ji ku derê ev bêhn bê min?

Hilmê du-sê care din dikim..
Na, na ev bêhneke nas e. Heta bêhna bîber û bacana ye. Ma li docehê ligel goştê meyî biraştî bîber ú bacan jî hene da ku zebanî pê zîyafet bikin?
.
.
.

Xumamiya li ber çavê min rabû, bêhn bi awayekî zelal tê pozê min.
Weyla..
Ez çi bibînim? Sewzeyên di miqilkê de şewitîne.

Tu nabêjî strana ameno lê daye û ez ketime nav xeyalan. Ne ji strana murat bektaşî bûna ez nedihatim hişê xwe.

Vêca, Stranekê bifikirin
piştî ev stran lêdide Mirov li ser çi karî be ferq nake pê re pê re dibêje qey ez li ser karekî veşartî, bişik û bitalûke me.
Dikeve nav xeyalan, kûr û dûr diçe....



17 roj berê 01:30 ~01:31 | çaya germ

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
yaresanî [1]
li manîsayê ev nav bûye "yarhasan" "(paldayi...
rênas jiyan bila romanan jî binivîse [1]
daxwazeke li cî ye. camêr nivîsand. di dema borî de. romana xwe ya pêş...
semsûrî ji amediyan zêdetir li kurdiyê xwedî derdikevin [1]
dibe ku rast be. di serî de ev yek û bi çend tiştên din bi hev re, ew ...
tirşik v3.0 [1]
Malper ev çend hefte ye ku li ser du platformên cûda dixebite. Versîy...
ji bo rêzimana kurmancî pirtûka herî serkeftî [1]
(bnr: bingehên gramêra kurdmancî)...
belki ev jî bala te bikişînin
» ameno

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî