1. çalakîyakî ku bi sê awayê pek tê, ye.
(a) qaçaxçitî 1.0: ya ku piranî li alîyê gundîyê hejar yên ku barên xwe di berîk an jî cilên xwe de vedişerîn û piştrê derbasi sinorê dibin, tê kirinê. ji ber ku berhema sivik wekî çend kartonê cixarê bar dikin, zêde karê vê tune ye.
(b) qaçaxçitî 2.0: yekî ku, ji ber bacên hin berhem bihanin, karsaz, berhemên xwe di bacgehê da cuda dide şanîdan.wekî mînak, ger berhemê yekî lîstok be, yek vê wekî pîne dide ibraz kirin da ku bacê wê berhemê hindik bibe. heman demê de, ji bo kirin a vê amelê, bertil xwarin û didin, giring e. bêtire, kesê ku xwe dixe bin rîske, carina di bin berhemên xwe kolîkê an jî di kolî iphone hwd. bar dikin û digel vê yekê karekî wisan dikin ku vê bixwe derbazî karê berhemê yên êsasî dike…
(c) qaçaxçitî 3.0: ev yekê hanê ku, wek 2.0., li alîyê kesên dewlemend û kar-zanê tê kirin. taybetîye vê ew e ku, karsaz, ji welatên ku di navbera wan û tirkiyeyê peymanê serbest bazirganî hene (wekî israil û polonya) re, peşin, pardarîyekî paravan saz dikin. piştre, karsaz, berhemên xwe ji çîne yek ji van welatên gotîye re bardike. dawîda, ji ber ku berhemên ku t.c. destûr nedide ku ji çinê were ithalat kirin, li serê berhemên xwe ibareyekî wekî “made in polonya” dinîvîsinin da ku vê êdî dibe berhemên polonya û bi awayekî hesan ji polonyayê tê ithalat kirin... li gorî qaçaxçitî 1.0 û yên 2.0, gelekî kompleks û kar tîne ye.
|