Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 35 peyam
mihemed şêxo

mihemed şêxo

5. Hunermendê kurd ê navdar Mihemed Şêxo di sala 1948’an de li başûrê rojavayê welêt, li gundê Gîrbanîna Qamişloyê tê dinê. Navê wî yê rastî Mihemed Salih Şêxmûs e. Di zarokatiya wî de malbata wî koçber dibe û li gundê Xecokê bi cîh dibe. Li vir mirêbetiyê dike. Şêxo mezinê yanzdeh bira ye. Di sala 1959´an de dest bi xwendinê dike, lê sê sal şunda dest ji mektebê ber didê. Di salên xwe yê mektebê da Mihemed Şêxo gelek hunermendên kurd nas dike. Ji tesîra wan nêzikî muzîkê dibe û di sala 1969’an de dest bi dengbêjîtiyê dike. Ew salên xwe yên di navbera 1969 û 1972’yan li Lubnanê ji bo xizmeta hunerê xerc dike û li Bêrûtê du sal dersên muzîkê distînê. Di sala 1972’an de bi hinek hevalên xwe re bi navê Koma Serkeftin komek mûzîkê saz dike. Mihemed Şêxo 1973’an de derbasî Başûrê Kurdistanê dibe û li wir mîna hozan û şervanan kar dike, têkiliyê xwe bi hunermendê kurdên ên din re saz dike. Paşê diçe Şamê, li wir kaseta xwe ya bi navê Ay Gewrê derdixe. Lê li wir dewleta Sûriyê Mihemed Şêxo rihêt nehêlê û gelek caran tê binçavkirin. Ser wê yekê carek din berê xwe da Îraqê û di nav refên pêşmergeyan de cîhê xwe digre. Bi têkçûna serhildana Başûr re ew derbasî Rojhilat dibe û li wir kasetekê tomar dike. Li Rojhilatê Kurdistanê ji bilî karê xweyê muzîkê çend sala mamostetiyê jî dike. Demek şunda rejîma Îran ê jî Şêxo wek dijberê rejimê dihesibîne û derheqê wî da biryara binçavkirinê digre. Ji ber wê yekê Mihemed Şêxo piştî 11 salan carek din berê xwe didê Sûriyê û li wir bi hezkirineke mezin tê pêşwazîkirin. Dewleta Sûriyê ji têkiliya Mihemed Şêxo û gelê kurd aciz dibe û wî digrê, davêjê zindanê. Lê ev biryar jî dengê Şêxo nade birîn. Ew kilamên xwêyê herî baş li heps û zindanan de dibêje û di kilam û stranên xwe de derd û kulên gelê xwe û daxwaz û baweriyên wan bi hunermendîyek bilind tîne ziman. Hunermend di sala 1983’yan de vedigere Qamişloyê û heta sala 1988’an de gelek berheman diafirîne.

Mihemed Şêxo di 9'ê adara 1989'an de çû ser heqiya xwe. Li Qamişlokê ji aliyê 70.000 kesî bêr bi rêwîtiya xwe ya dawî hat rêkirin.

çavkanî:wîkîpedîa



05.03.2014 15:42 | rêzan

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
stranên kurdî yên li ser heywanan [2]
Strana dîko a ferhadê içmo yek ji wan e. Mirov ku lê dihise nizanim ji...
the cranberries [1]
Dengê wê bi rastî Zêde zêde xweş e.. Strana dreams (yout...
jan dost [1]
rewşenbîrekî wêrek e. Dikare bê tirs her kesî rexne bike, çi partî be...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Simaîlê Tîvorî- aaaa êêêêê aaaaa

(s...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
berhev 2/şervan zana-Turan şen/belapêjgarî (youtube: i5sRahuI...
belki ev jî bala te bikişînin
» mihemed arif cizîrî
» şêxo fîlîk

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî