6. pirsa ku tu bersivekî bimantiq nikare bê dayîn e. ji ber ku qedexebûna alkolê bêmantiq e.
cixare û madeyên narkotik* jî ji bo aqlê xwe hinek sivik kirin, dilê xwe xweş kirin û ji hişê xwe dûr ketin tê kişandin lê ne guneh e. qey dema mirov devê xwe biavêje erakê di cî de serxweş dibe. mirov dikarin heta astekî alkol bistînin û erbeyê jî biajon. him dema tu alkol distînî, zerar an feyde çi be, tenê dide te. lê dema tu rê de jî cixare bikişînî mirovan aciz dikî û zerar didî wan jî. bi vê mantiqê, cixare ji deh qetê alkolê zêdetir guneh e.
hin kesan jî gotiye dibe sedema qezayên trafîkê. erê ji xwe wextê hz.muhammed de jî erebe û trafîk hebû û dibûya sedema qezayên mezin. kê gotiye qey here vexwe û paşê here erbe biajo. tu wisa bikî ji xwe mirina xwe jî heq dikî. bila piştî erak vexwarinê, erebe ajotin heram û guneh be. çima alkol guneh e ? ajotina erebeyê, mirov bêalkol be jî dibe sedema qeza û mirinan nexwe bila ew jî qedexe be.
li gor hin kesan, alkol ji bo tendûrîstiya mirov ne baş e. erê zerara wê heye, lê ger tu avê jî zêde vexwî zerara wê heye. ji xwe hin xebat nîşan dide ku alkola hindik bê vexwarin, ne zerar lê feyde jî dide mirov.
kola ne baş e, lê guneh e ? na. şekir û xwê ne baş e, guneh e ? na. kebab ? kebab çima ? yanê mesele ne nebaşiya alkolê a ji bo tendurîstiyê ye.
mirov nikare bi qural û qaîdeyên beriya 1500 salan qedexebûna alkolê, niha piştrast bike. erê wê demê gelek dihata vexwarin tê gotin ku weke lehiyê ji kuçeyan diherikî. lê aniha, mirovên medenî, bi awayekî medenî vedixwin û tu tişt jî nabe.
|