7. remezanên ku ez malbata xwe re bûm.. remezanên ku em bi hev re li ser sifreyekî sade û nefsbiçûk difitirîn û dîsa li ser heman sifreya sade radibûn paşîvê.. remezanên ku çaxê fitarê bavê min an birayê min ê mezin di dest xwe de bi poşêtên tijî datlî vedigerîn malê ez ji işqan dîn dibûm.. remezanên ku li ser sifrê ji xeynî yek-dido çeşît xwarin, xwarin nedibûn.. remezanên ku rojî wekê tiştekî ji rêzê bû û nedibû mahneyê tu kar û şixulekî.. remezanên ku hingî kesî nedigot ji ber ku remezan e ez nikarim bişixulim an ji ber ku ez dişixulim ez nikarim rojî bigirim.. remezanên ku ji bo min çaxê xwarina helawê û dims û tehînê bûn.. remezanên ku li bajêr hema bêje hemû dikanên xwarin û vexwarinê heta fitarê girtî û ji fitarê heta paşîvê jî vekirîbûn.. remezanên ku kesekî eger ne birojî bûya jî qene devê xwe jî li hev nedida.. |
|
16.07.2013 01:20 |
endazer
|
di nav kurdan de kêmasiya vegan û vejetaryanan [4] |
|
jan dost [1] |
|
sonne [7] |
|
zimanê duyemîn yê gelê başûrê kurdistanê [2] |
|
zimanê duyemîn yê gelê başûrê kurdistanê [1] |