2. yek ji gewretirîn romannûsê vê dinyaliga me ye. proust bi hevokên xwe yên kompleks tê naskirin û di wêjeya fransî de xwediyê hevokên herî dirêj jî tê hesêb. romanên wî bêtir li ser evînê ne. bi vegotineke xurt tehlîl û teswîran dike û ji bo kêliyekê car heye bi dehan rûpel jî nivîsiye. heke wextê we tune be porust nexwînin, dê mala we li heft mîratan bigerîne. piştî ku min ew xwend min ji derdorê re îddiayeke mezin kir û min gote wan ku mêrekî wek proust hê nehatiye darê dinyayê, mêrekî bi têra xwe di ser xwe re ye. car heye meriv jixwe dipirse bê ka çawa haqasî bi hûrgilî dinivîse. heta ku hemû romanên proust li kurdî neyên wergerandin ez ê ji xwe re nebêjim wêjeyeke me ya baş heye, na, ebeden. bi saya serê proust em ê bêtir bi derfetên zimanê xwe bihisin. |
|
17.07.2013 15:42 |
înano lo
|
onedio.com [2] |
|
kurdistan [2] |
|
ferhengên înteraktîf [1] |
|
cemali coşan [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |