1. Cîhan:
1795 – Fransa, bajarê Holandê ya bi navê Utrecht dagir kir.
1925 – Li Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst, Lev Trotskî ji peywira komîseriya şer hate dûrxistin.
1979 – Mihemed Reza Pehlevî, tevî malbata xwe ji Îranê derket û çû li Misirê bi cih bû.
1983 – Balafira Tirkiyeyê ya Afyonkarahisarê li Enqereyê kete xwar. Di encamê de 47 kes mirin.
1991 – Şerê Kendavê; DYA'yê li dijî Iraqê dest bi şer kir.
1992 – Parlementerên DEP'ê Hatip Dicle û Leyla Zana, ji Partiya Sosyal Demokrat a Gelperwer (SHP) îstifa kirin.
1992 – Li El Salvadorê piştî şerê navxweyî yê 12 salan de hikûmet û serhildêran peymaneke aştiyê girêdan. Berî ku ev peyman li Meksîkoyê were îmzekirin, di encama tevahiya şer de 75.000 kesan jiyana xwe ji dest dabû.
1994 – Karsazê kurd Behçet Cantürk hate kuştin.
1995 – Rêveberê partiya kurdên Kurdistana Bakur a fermî HADEP a şaxa Êlihê M. Zeki Aldığ ji aliyê kontrayan ve hate kuştin.
1998 – Dadgeha Zagona Bingehîn a Tirkiyeyê partiya oldar a bi navê Refah Partisi girt.
2001 – Serokê Komara Demokratîk a Kongoyê Laurent-Désiré Kabila, ji aliyê parêzkarekî wî ve li mala wî ya li Kînşasayê hate kuştin.
|