Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


12 mijar û 18 peyam
sîdar jîr

sîdar jîr

1. Sîdar Jîr, di sala 1980'î de li Şemrexa Mêrdînê ji dayik bûye, wergêrek û nivîskarekî kurd e.

Sîdar Jîr di sala 2004'an de li Zanîngeha Dîcleyê, Fakulteya Perwerdehiye kuta kiriye û paşê jî li Zanîngeha Andadolûyê fakulteya Îktîsadê beşa Têkiliyên Navneteweyî xwendiye. Çîrok û gotarên wî di gelek kovar û rojnameyên kurdî de belav bûne. Di dema xwendekariya xwe ya zanîngehê de yekemîn fanzîna xwerû ya kurdî li Bakurê Kurdistanê (li Amedê) bi navê Kulîlk ligel hevalê xwe Deştî Rewşen derxist û piştî wê bi navê Kulîlka Ciwan kovar derxist û edîtoriya wê kir. Di destpêka Kovara W'yê de wekî edîtor di nava komek nivîskarên kurd de cih girt.

Di sala 2004'an de berhema wî ya yekem bi navê Ariya Giyanên Stewr û di 2011'an de jî pirtûka wî ya çîrokan a duyem ji weşanxaneya Lîsê bi navê Dozdeh Çirk hatiye weşandin. Her wiha Sîdar Jîr ji zimanê îngilîzî gelek çîrok wergerandine bo zimanê kurdî. Ji çîrokên çîroknûsên gewre yên wekî O. Henry bi navê Diyariya Sersalê , Sharwood Anderson Mêrikê Lal û Ernest Hemingway Berfa Çiyayê Klîmanjaro çîrokên bijarte wergerandiye û her wiha Antolojiya Çîrokên Amerîka jî wergerandine û ev berhem jî bo çapê amade ne. Her wisa ji tirkî çîrokên Cezmî Ersoz ên bijartê bi navê Bi kurdî hezkirinekê bidî min wergerandiye zimanê kurdî. Edîtoriya kovara zarokan a bi navê Şemamok û kovara zarokan a bi navê Dergûş jî kir ên ku li Amedê derdiketin.



25.07.2013 12:55 | arami

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
zwilling [1]
peyveke almanî ye. wateya wê cêwî ye. herweha navê markaye...
epîdîdîmît [1]
Epîdîdîmît ji ber enfeksiyon an sedemine din înflamasyona epîdîdîmîsê ...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
delîl Dîlanar-medîna min

(stur: Delîl...
tirşik forûm [1]
Cinorek pirsiye ka em peyama ku tê de sixêf heye rakin an ranekin? Ez...
03/05/2024 serdana waliyê hewlêrê omîd xoşnav bo şaredariyên bakurî [2]
Divê di nav saziyên Kurdan de serdanên bi vî rengî zêdetir bibin. Ger ...
belki ev jî bala te bikişînin
» sîdar
» jîrkî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî