1. fîlmeka sînemayê ye.. 2014ê yanî par bi derhêneriya nbc hatiye çêkirin.. fîlm hem li tirkiyeyê Û hem li derî tirkiyeyê liqay eleqe û ecibandineke mezin hatiye, li festîvala cannesê hem xelata palmiyeya zêrîn hem xelata FIPRESCI wergirtiye, piştî fîlma yol ya yılmaz güney duyemîn fîlma tirk e ku xelata palmiyeya zêrîn wergirtiye.. di fîlmê de baştirÎn lîstikvanê tirk yê şano û sînemaya tirk - ne yek ji baştirÎn, rasterê baştirîn- haluk bilginer di rola sereke de dileyîze.. wekê dî demet akbağ, melisa sözen, nejat işler di castinga fîlmê de cih digirin.. behsa mijara fîlmê nakim ji xwe mijareka berbiçav ya fîlmê ku li cihekî destpê bike Û li cihekî xilas bibe nîne, fîlm bi riya diyalog û tÎradên ji devê karakterên fîlmê û berfê li paş fona piyanoya schubert û dîmenên bêqisur yên kapadokyayê wêneyê karakterên fîlmê digire.. |
|
04.01.2015 01:37 |
onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |