Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


11 mijar û 21 peyam
shakira

shakira

2. par van çaxan yanî di sala 2012an de li ser çapemeniya kurd û tirk derheqê shakîrayê de gelek nûçey belav bûn ku tê de digot shakîra wê ji bo komkujiya enfal û helepçeyê du stranên bi kurdî çêke û di albûma xwe ya dawîn de bistirîne.. lê paşê ji aliyê menajerê wê ve ev nûçe hatin derewandin.. vaye naveroka nûçeyê ye û ku li ser motorên lêgerînê heçiyê dixwaze dikare xwe bigihîne bêtir nûçe yên derheqê vê meseleyê de:

''Stranbêja navnetewî Shakira wê ji bo piştgiriya gelê Kurd û neheqiyên ku li dijî wî bûne, 2 stranan tomar bike.



Shakira ku bi eslê xwe libnanî ye û li Kolombiya jidayîk bû ye û mezin bûye û niha weke meşhûrtirîn stêrka Pop tê naskirin, wê bi 2 stranan piştgiriya gelê Kurd bike.

Stranbêjê Kurd yê ku niha li Amerîka dijî, Hêmin Xalid ku bi navê Doshke tê naskirin got, ewê bi Shakira re wan stranan duet bike.

Doshke got, di demeke nêzîk de wê ew stran werin tomarkirin.

Strana li ser Anfal navê wê bi înglîzî "This Time For Kurdistan" e.

Strana li ser Helebçe jî navê wî "Helebçeyî Gul" e.

Gotinên her du stranan li ser êşa gelê Kurd in.

Her du stran bi kurdî-înglîzî û spandî têne xwendin.''



îro jî di malpera bas-news.netê de tê îdîakirin ku shakîra wê di cejna remezanê ya vê salê de li bajarê silêmaniyê yê bi ser hikÛmeta herêma kurdistanê ve konsertekî bide.. fermo naveroka evê nûçeya dawîn jî:

''Herêma Kurdistanê herçiqas di warê siyasî de ber bi cîhanê vedibe di warê hunerî de jî pêşketineke berbiçav dixwiye, lewra di bone û helkeftên cuda de gelek hunermendên navdar ên cîhanê tên li Kurdistanê konseran didin.



Bi helkefta hatina Cejna Remezanê Komeleya Xêrxwazî ya Şêre Kurdekan (Kurdên Şêr) bi sponsoriya şirketa Oil Oil a Amerîkî hunermenda navdar a pop û rockê ya cîhanê Şakîra (Shakira) tîne Herêma Kurdistanê.



Di vê derbarê de Serokê Komeleya Şêre Kurdekan Hêmin Umer Elî ji NNA’yê re got: ‘’Bi sponsoriya şirketa petrolî Oil Oil a Amerîkî, dê Şakîra were Herêma Kurdistanê û biryar e duyem û sêyem rojên cejnê a Koşka Hunerî ya Silêmaniyê konserekê bide. Herwiha dê tenê li bajarê Silêmaniyê konserê bide.’’



Derheqê kar û bernameyên hunermenda navbirî de jî, Hêmin Umer wiha axifî: ‘’Ji xeynî konser û çend bernameyên televozyonê tu programên wê nînin. Herwiha dê hatina konserê ji şirketa Oil Oil re be, ji ber ew sponsor e.’’ http://kur.bas-news.net/ArticleDetail.aspx?articleid=4691



30.07.2013 06:31 | endazer

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
zimanê duyemîn yê gelê başûrê kurdistanê [1]
Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnav û şanda pê re çûne Amedê û serdana Rêxis...
zimanê duyemîn yê gelê başûrê kurdistanê [1]
divê meriv gû û rêxa çend kesan neke giştî û gelemperî. başûr qaşo ser...
se7en [3]
Wat waz yîn di bakssssssss, watttt wazzzzz yînnn di bakssssssss* ...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Nilufer Akbal- Dilo Yeman, Koçgirî

...
bêrîtan [2]
bêrîtan weke din bêrtiyan û bêrtî jî dibêjin. navê...
belki ev jî bala te bikişînin
» shakira & jennifer lopez

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî