2. helmet û projeyeke baş e, lê wê çiqasî kêrhatî be, nediyar e..
rast e gelê kurd di vî warî de miaxabin hebekî sersar e, xema qûna wan nîn e.
jixwe ji dêrûdorên bircên amedê bêhna gû û rêxê difûre, mariv nikare nêzî wan deran be..
ez însanên xwe fêm nakim ku mariv çawa dikare nava mala xwe qirêj bike, hin hevalên min jî weha li bajarê xwe dikin, dema dibêjim kuro eyb e, şerm e weha li me nekin, bi mejiyên xwe yên piçûk tinaz û henekên xwe dikin..
ne tenê li amedê, li her dever û bajarên kurdistanê û bajar û devrên ku kurd lê dijîn, bi vî awayî qirêj e, ez tirkan dibînim ku qet çopa di destê xwe navêjin erdê, tim û daîm paqij in..
dema mariv daw'a welatparêziyê bike divê raman û tevgerên marivî jî li hev were, nakok nebe, bila nekeve di paradoksê re, ma kuro her tişt li aliyekî, ma qet hefya we li wan xizmetkar û kedkarên jin û mêrên kurd ên ku ji siharê heya nivê şevê potax û sergo û qirêjiyên we yên li sikak û kolan û pêyarêyan paqij dikin dîsa jî nagihîjin qilêriya we, nayê?
divê hebekî wijdan hebe, hebekî tirsa xwudê hebe, hebekî hejêkirina welêt û bajêr hebe, hebekî dilovanî hebe, hebekî însaniyet hebe di dilê mariv de..
kesên ku bajarên kurdistanê qirêj dikin û eziyet didin kedkarên xwe, ne dikarin bibin welatparêz ne dikarin bibin însan..
he bêje he bejê tû di devê me de neman lê hezar heyf û mixabin ku em hê jî nepijiyane, tênegihîştine, ne zaro ne xama ne nûciwan ne navsere û ne jî kalik û extiyarên me...
zilam çil pêncî sal emrê wî ye dikare bêî şerm û fedî di nava qelabalixiya bajêr de balxema xwe bi xirxira qirikê xwe paqij bike û berra zikê bajêr bide..
de tu rabe ji wan kesan re qala azadiyê û qala ekolojiyê û qala giringiya xwezayê bike..
|