1. du wateyên wê hene;
- cihê ku xwarin li ser tê çêkirin, tifik.
- dergeh, sazî, avahî.
etîmolojiya peyvê ji devê keça kurd
''Ocax ji zimanê tirkî hatiye û em wê bi wateyeke pîroz bi kar tînin. Ocaxa şêx û seyid û weliyan dibêjin. Û kurd bi ocaxa şêxekî an jî ya mirovekî seyid sûnd dixun. Û eger mirovekî bi ocaxa şêxekî bi derewan sûnd xwar, dibêjin wê ew kor bibe, an jî kêrek dê bête serê wî.
Di ferhenga bedayiulluxe de hatiye:
“Ucax: ocax, bav û kalên malmezinan, bi taybetî yên Seyyid û şêxan, her weha ji menqela agir re tê gotin, ku goşt li ser dibirêjin” (di H.H de Wicax: agirdan. mala bi mêvan. mirovê binyatpak. wicaxkwêr: kesê ku kur jê re nebûne, korocax. her weha li nav hinek Kurmancan dibêjin: cax, caxê “caqê“ te neketo, ango malnexirab. cax: cihê jidayikbûnê ye, zayîngeh e. di Tirkî de: ot yanî agir, û cax ji cah, gah, cih hatiye, ocax: cihê agir, agirdan. ..). Careke dî em vegerin Ferhenga Bedayiulluxe , ku tê de hatiye:”Agir, agirê naskirî, bi Tirkî dibêjinê: ot. Her di wê ferhengê de mamosta Jandost dibêje:( di ferhenga Dîwani Luxati Tirk de : ot bi zimanê çexetayî agir e, mecazen ji tûjayî û xurtiyê re jî tê gotin, gotina Ocax jî, sivikkirina Otcah e, ango cihê agir. şeşagir: demançe, hin dibêjin: şeşar û hin jî şeşxane).” Vêce mirov dibîne ku peyva ocax ji (ot+cax)pêk hatiye, peyva ot(agir)bi tirkî ye û cax di koka xwe de kurdî ye, ji cah(cih)û gah hatiye.''
|