1. li gorî şer'a îslamê cezayê kuştinê bi riya avêjtina kuç û keviran ji bo wan jinên zewicî û mêrên zewicî ku bi jin û mêrên din re ketine têkiliyên cinsî yên ne meşrû.. hema bêje di hemû dîn û baweriyên semawî de ev ciza heye, lê ji ber ku êdî tenê li cem hinek misilmanan tê nerîtandin nav ketiye ser misilmanan, carê min digo qey ev ciza di quranê bi xwe de jî heye lê di quranê de tenê cizayê ''100 daran'' ji bo wan jin û mêrên nezewicî û gunehê zînayê kirîn heye.. çend rîwayet hene ku dibêjin berê di quranê de ayetek li ser cizayê ricmê jî hebû lê paşê bi ayeteke nû ew ayeta ricmê nesh bû yanî ji meriyetê ket.. du şert hene ji bo cizayê ricmê bê birrîn.. ya ewil ''îtîraf'' û ''îqrar'' e yanî divê yê ku zîna kirî bi xwe li ser xwe bide anku li gunehê xwe mikur be, ev îqrar jî li gorî hinekan divê çar caran bê gotin, li gorî hinekan jî carek tenê bes e.. şertê didoyê ''4 şahid'' in yanî divê çar şahidên mêr an 8 şahidên jin hebin ku jin û mêr di halatê zînayê de bi çavê xwe dîtibin, gotinên şahidan divê ji hevdu bigirin, eger gotinên şahidekî tenê jî ji yên dî negire cizayê ''80 daran'' li wan şahidan tê birrîn.. wekê şertê sisêyê jî ''hemlebûn'' heye, yanî eger jin bi riya têkiliyeke nemeşrû biheml bibe û li gunehê xwe mikur were hingî dîsa cizayê ricmê lê tê birrîn lê bi biaweriya min ev şertê sisêyê jî dikeve di nav şertê ''îqrar'' û ''îtîraf''ê de.. |
|
19.04.2015 21:50 ~21:54 |
endazer
|
kanzî [2] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [4] |