Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


34 mijar û 51 peyam
linux mint

linux mint

1. dîstroyeke linuxê ye.

yanî pergaleke xebatê ya bi kernela(dendika) linuxê ye.



ev dîstro jî li ser bingeha ubuntuyê hatiye avakirin. ferqa wê ya mezin ya ji ubuntuyê ew e ku di mintê de programên mîna kodekên vîdyo û dengan amade tên. ne hewce ye mirov saz bike.

weke din bi navrûya xwe ya cinnamonê, gelek xweşik û xweş-karanîn e. her wiha linux mintê ji xwe re amûrên mîhengkirinê yên taybet jî çêkirine û bi saya van amûran eyarkirina komputerê jî gelek hêsantir e.



welhasil linux mint, ubuntuya hêsankirî û makyajkirî ye. ez bixwe vê gavê li şûna ubuntuyê vê bi kar tînim.



ji xeynî cinnamonê di linuxê mintê de navrûyên din yên weke mate, kde, xfce jî dikarin werin bikaranîn.

linux mint jî mîna ubuntuyê bê pere ye.



13.11.2015 19:03 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol