Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
s.z.k ûrmiye

s.z.k ûrmiye

3. ÇÎroka genc xelÎl Û hewsÊ

Destan an jî çîroka stranê bi xewna ku Hewsê dîtiye, dest pê dike. Ev pismamê xwe Genç Xelîl di xewê de dibîne ku salên dirêjin di nava leşkerê Osmaniyan de serleşkerekî mêrxas û li Şamê ye.
Ew di xewê de neçar dibe bi kesekî re ku di şiklê kesekî kirêt û bi nexweşiya Xûrîka re ketî, bizewice.
Dayîk xewa wê şirove dike. Û Hewsê bi 39 destexwîşk an jî hevalên xwe re war bi war digere û ji kerwançiyan salixiya pismamê xwe dipirse...




Bi hewldanên dûr û dirêj ew pismamê xwe peyda dike, lê êdî ew nexweş û di dem û saetên dawiya jiyana xwe de ye.
Di rewşeke wiha de dotmam li ser pismam distire û medha wî dike. Karekî wiha daxwaza Genc Xelîl jî bûye.
Hewsê bi dilek tejî kul û keser û bi dengek şewitî wiha distirîne...



"(paldayi:‍ De lê lê, were lêlê, were lêlê, were lêlê, were lêlê,.....
Hewsê dibê, ya rebî Xudê dilê min gelekî wane, Genc Xelî kurmamê min li welatê xerîban û xurbetê, gelekî nexweşe, wezê rabim niwînan rayêxim ket-ketê nazbalîfan bideme pale, ez ê rabim kemera li pişta xwe bişkênim bo hespê Genc Xelîl bikeme nale, bazinêt xwe bişkênim bikeme hurde bizmare, biskêt xwe bibirim bikem serrêşme, keziyan bikeme toq û serhewsare,
Genc Xelîl bînim siwar bikem li kimêtekî Tale, belê li Welatê Şamê li naw Osmaniyan de bête xwarê da kes lomeya kurmamê min neken, belê nebêjin siwarekî Kurde çendî bê kar û bare....,
nemayê,nemayê, nemayê,nemayê, ....de li paş Genc Xelî kurmamê xwe nemînim dilo li dinyayê....) "

@szkurmiye
@szkurmiye

‍ Strana Genc Xelîl û Hewsê bi dengê hunermendê nemir

kawîs axa








Çîroka Genc Xelîl û Hewsê bi çend awayan tê gotin.
Yek ji wan bi awayê jêr hatiye gotin:

Genc Xelîl û Hewsê evîndarê hevin,lê nikarin bigehin hev.
Wê serdemê Emîrek hebûye ku tim di fikra berfirehkirina rûberê desthilatdariya xwe de bûye an jî xwestiye erdê welatên din dagîr bike.

Ew dîsa dikeve fikra dagîrkirina herêmeke pir xweş ka çawa dagîr bike...



Şevekê ew di xewê de dibîne ku bi hevkariya kesekî bi navê Genc Xelîl kariye wê herêmê bêxe ser erdê welatê xwe û dagîr bike.

Wezîr xewa wî şirove dike û ew jî fermanê dide:" GENC XELÎL PEYDA BIKIN Û BÎNIN KOŞKA MIN". Siwarên wî heft roj û heft şevan digerin û Genc Xelîl li Amedê peyda dikin û daxwaza Emîr jê re dibêjin...



Ew jî dipejirîne lê bi şertekê ku Emîr jî ji Apê wî dotmama bedew û çeleng jêre bixwaze ku nadê.

Ew bi ci bi cî kirina daxwazeke wiha re dipejirîne ku bibe serleşkerê Mîr û Mîr jî di cih de daxwaz an jî şertê wî dipejirîne...



Di nîva şeveke tarî de Wezîrê xwe dişîne mala Apê Genc Xelîl û Hewsê jê re dixwaze.
Tevî ku bi dilê Bavê Hewsê nebe jî, lê ew dipejirîne û daweta wan ser digire.
Genc Xelîl li pey dawetê tenê sê rojan demê dixwaze ku bi Bûka nûhatî re demê derbas bike û piştre biçe cem Mîr daku daxwaza wî cî bi cî bike...




Genc Xelîl di heft rojan de erdên ku Emîr dixwastin distîne, lê di şerê bi aliyê hember re bi giranî jî birîndar dibe û êdî nikare vegere mala xwe.

Ew bi tena serê xwe û dûr ji çavê leşkerên din di malekê de xwe vedişêre û li bendê dimîne ku zû baş bibe û dîsa tendurust vegere cem keça Apê xwe...



Ji aliyê din jî dema şervanên Genc Xelîl bi bê wî vedigerin malên xwe, Hewsê ji herkesî salixiya wî dipirse û pismamê xwe peyda nake.

Hewsê sergêj û heyran dikeve nava deşt û çolan û navê pismamê xwe li her derê bilêv dike ku kesek xeberek xêrê bide wê...



Dawiyê li gulistanekê rastî xaniyekê nîv wêran tê û ber deriyê malê dipirse:
"Xwediyê malê mêvana naxwaze?
Xwediyê malê jî dibêje:" mêvan hebîbên xwedê ne, ser çavan û ser seran, were hundir, bi xêr hatî mêvan, ji kû têy û diçî kû?

Xwe nêzî min neke, çimkî ez gelekî nexweşim û dibe ku nexweşiya min te jî bigire....!"



Hewsê jî dibêje: "Nexweşiya ku xelata xwedê be, bila bê, xem neke".

Dema ku nêz dibe dibîne ku nexweş pismamê wê Genc Xelîl e ku êdî di kişandina nefesên dawiya jiyana xwe de ye bi awayekî ku heta nekarî dotmama xwe jî nas bike...



Genc Xelîl jê re dibêje:"Ey mêvan min bêriya Welat û dotmama xwe kiriye, gelo tu dikarî stranekê bibêjî ku hinekî bêhna min fireh be?

Dotmam jî ku hal û rewşa pismamê xwe yê mêrxas û gernas wiha dibîne, bi dilekî tejî kul û elem, êş û elemên vê rewşê bi stranekê beyan dike ku tev li ser ciwanî û xweşikiyên Genc Xelîl in...



(paldayi:‍ De lêlê, were lêlê, were lêlê, were lêlê, were lêlê, were lêlê,.... Genc Xelîl axa hema çavê xwe bilind kir û bi xerîbî digoriya, nefeseka qelûnê xwestiye, Hewsê dibê ya rebî Xudê ez ê rabim qelûnekê bo kurmamê xwe çêkim qelûne zêr nîşane, baskê istembole, modîne, bi karebane, pelkê darê dar bero bînim bi mişarê bibirim bi mibredê qertanî bînim,ser qelûna Genc Xelîl kurmamê xwe danêm nemayê, belê bêm kurmamê min heft sale ketiye ser destûrê Romiya bi Tirkî buyrun efendim qelûn ji tera, nemayê, nemayê, nemayê, nemayê,nemayê, nemayê, nemayê, nemayê, nemayê, de li paş Genc Xelîl kurmamê xwe namînim li dinyayê.")

Piştî ku stran tê dawiyê, êdî Genc Xelîl jî çavên xwe digire, xatir ji jiyanê dixwaze û Hewsê bi tenê dihêle.

@szkurmiye
@szkurmiye







02.02.2017 21:49 ~21:53 | gumgumok

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» s.z.k ûrmiye

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî