3. dengbêj gazin jî vê stranê hinekî cudatir dibêje, min jî ji ber dengê wê deşîfre kiribû: Gazina Dengbêj - Ez Layiqê Dînê Xwe Me ax ez gulo me, ez gune me ez guloka bavfile me wile wezê ne layiqê dînê te me ez layiqê dînê xwe me oyy ax gulo tête ji bêriyê de hacî mûso dide eyneliyê mûdeliyê diçe bi pêşiyê de elba şîrê datîne binê siyê gulo'ra dikeve bi hêviyê dibê: keçê gulo tu newêre li ser vê dînê heqiyê ax ez gulo me, ez gune me ez guloka bavfile me wile wezê ne layiqê dînê te me ez layiqê xaçê li ser milê bavê xwe me ax gulo dibê ez gulo me gulowa va bijaran de wezê îro ketime destê van neyaran de goştê min vedikin kêr û kelbetanan wile wezê dîsa nayime li ser we misilmanan ax ez gulo me, ez gune me ez guloka bavfile me wile wezê ne layiqê dînê te me ez layiqê xaçê li ser milê bavê xwe me gulo dibê ez gulo me gulowa dînim ez ê rabim daw û delingê xwe hîlinim rêka stembûlê ber xwe bînim textê osmanliya bihejînim heke ji te re çarekî dibînin bila bibînin heke nebîne wileh wezê herdu alên ecnebiyan pê bihesînim |
|
09.04.2017 14:00 |
xendekî
|
kanzî [2] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [4] |