5. straneka rockurdê ye ko gotinên wê pêde nabin. qasî ko min fam kir min gotinên wê nivîsîn. cîyên ko min fam nekir çi dibêje paldayî hatîne nivîsîn.
so: bes pêm biłê sed biryanim îba ew dunyaye
ku: bes ji min re bibêje ... wê dinyayê
so: hawar xudaye
ku: hawar xwedê
so: xo min jînî wam nebîst
ku: jixwe min jîneka wa nebihîst
so: her dax û hesret her ax hełdekêşî û debînî
ku: her kul û hesret her ax dikşînî û dibînî
so: her bênesîb î
ku: her bênesîb î
so: hîç xoşît le xot nedît
ku: te hîç xweşîyek li xwe nedît
so: lûtkey berzî amanc û hîwa
ku: lûtkeya bilind a armanc û hêvîyan
so: xed nadît bê
ku: ... be (bawer im dibêje serê wê neyê dîtin, ewqas bilind e)
so: her be xozge û sed birya
ku: her bi xwezîyan (xozge û birya her du jî xwezî ne)
so: bo bextî řeşit bes binałê
ku: bo bextê xwe yê reş bes binale
so: wekû zarokî nexoşî bêşifa
ku: wekî zarokekî nexweş û bêşifa
so: ne kêw ne dîwarî berz (ya rast dibêje çêw, devokên rojhilatî carinan k-yan dikin ç lê ya standard kêw e)
ku: ne çîya ne dîwarê bilind
so: ne hêzî cazebey erz
ku: ne hêza ... ya erdî
so: ger bithewê ser kewî pêşit nagrin
ku: ger tu bixwazî ser bikevî pêşîya te nagirin
so: ne xoł ne agir ne aw
ku: ne ax ne agir ne av
so: ne tîşkî piřjînî hetaw
ku: ne tîrojên tije jîn ên tavê
so: ta destewejno bî destit nagrin
ku: heta ... bî destê te nagirin
so: dûnya desûřê û degořê û eto le cêy xot
ku: dinya diçerixe û diguhere û tu li cîyê xwe
so: danîştûy temaşay pêşkewtî gelan dekey
ku: rûniştîye temaşeyî pêşketina gelan dikî
so: ta key ca le xot giştî dûnya
ku: heta kengî ... dinya
so: tawanbar î
ku: tawanbar î
so: tewtî dewran dekey
ku: nizanimçi dikî
so: ne kêw ne dîwarî berz
ku: ne çîya ne dîwarê bilind
so: ne hêzî cazebey erz
ku: ne hêza ... ya erdî
so: ger bithewê ser kewî pêşit nagrin
ku: ger tu bixwazî ser bikevî pêşîya te nagirin
so: ne xoł ne agir ne aw
ku: ne ax ne agir ne av
so: ne tîşkî piřjînî hetaw
ku: ne tîrojên tije jîn ên tavê
so: ta destewejno bî destit nagrin
ku: heta ... bî destê te nagirin
|