24. mijareke provakatîf e û bi qest hatiye vakirin. nivîskarên ku tev li niqaşan nebûna nizanim lê rewşa yên tev li niqaşan bûne û misilmanîyê parastine, diyar kiriye. li gor dîtina min, di parastina misilmaniyê de têra xwe xurt nînin. hin tespîtên rast kirine lê ew jî êdî tiştên me ezber kirine ne. ez ji xwe wek rexnegirekî misilmaniyê wan bêtir dikarim misilmaniyê biparêzim. û li ser de divê mirov sirf bona parastina misilmaniyê nekeve di nav nakokan. ev yeka parastinê bêtir dibe sedema ji misilmaniyê sarbûnê. |
|
20.06.2014 10:40 |
nazim tolhildan
|
19. kekê serhat, welehî min peyama te xwand û heya ji destê min tê hemû peyamên te yên din jî dixwînim. û dîsa heya ji destê min tê dinivîsim. lê mixabin karê ku ez dikim pir girane û her dem fersanda min peyda nabe ku ez bersiva her kesî bidim û her saet di tirşikê de binivîsim. niha em werin li pirsa te. bi sêrî de vê yekê dubare bikim ku ev mijar mijareke hesas e û hez nakim zedê dirêj bikim. bi nêrîna min ve min bersiva te jî da. peyamên min ên li jor de gelek mînak jî da. qur'an ji bo civaka 1500 salî berê hat û qeîdêyên qur'anê we demê kêrî pêşve çûnê dihat, lê îro dibe sedema paşve mayînê û pêşdaçûyînê re astengîyê peyda dike. qeîdeyên qur'anê êdî nikare jiyana modern dizayn bike. tu dibêjî kîjan ayet.... ez dikarim nîvê ayetên qur'anê ji tera bêjim. zanistîyê bigre heya, mûsîkê, jiyana civakî bigre heya têkilîyên kesanî, qur'an bi ayetên xwe ve tev li her tiştî dibe. ezê çawa wêneyekî çê bikim? ezê çawa li ser laşê mirovekî xebatên zanistî bikim? ezê çawa mûsîka xwe îcra bikim? ezê çawa heval û hogir û hezkiriyê xwe têkilîyê bikim? ezê çawa jiyana xwe ya civakî berdewam bikim? û hwd. qur'an bi ayetên xwe û sinet û hedîsan ve tev li hemû van tiştan dibe. civakên ku qeîdeyên bi vî avayî va hatine girêdan mehkûmê paşdemayînê ye. divê mirov hemû di mijarên girîng de azad be. azadî tunebe, pêşdeçûyîn jî tuneye... |
|
18.06.2014 17:48 |
nazim tolhildan
|
17. (bnr:jiyana modern/42884) |
|
18.06.2014 15:57 |
nazim tolhildan
|
14. 1-mijara ku li gori min edî gihîştîye armanca xwe, ji ber ku niqaş û ramanên xweş derketine holê û her kesî li gori xwe fikrên xwe diyar kirine. |
|
18.06.2014 10:58 |
nazim tolhildan
|
7. mijareke ku hesase û divê şaş neyê fêhm kirin. bêguman hemû îdeolojîyan bi avayekî tev li jiyana rojane, cilûberg, têkilîyên mirovan, qaîdeyên fikirîne dibe. li ser de ez bi rihetî dikarim bêjim ku, di dawîyê de armanca hemû îdeolojîyan afirandina mirovên weke wan difikirine. ev helwesta tişteke nebaş e û mixabin îdeolojîya partiya kurdên welatparêz an jî kurdên pkkyî de jî ev şaşîyana hene. xêncî xwe kurdên din welatparêz qebûl nakin û dixwazin ku her kurd weke wan be. dema ku ez piştgiriya fikrekê, partiyekê an jî îdeolojîyekî bigrim jî xeletên wan dibinîm. weke kesên din çavên xwe kor nakim. |
|
17.06.2014 16:53 |
nazim tolhildan
|
1. qur'an ji bo misilmanan zagona bingehîne. weke pirtûkên pîroz yên din nîne. ji ber ku, ne tenê tev li tiştên olî dive, hema bêje di jiyana misilmanan de tev li her tiştî dive. jiyana rojane dizayn dike, xwarin û vexwarina mirov dizayn dike, cilûbergên mirov dizayn dike. tev li têkilîyên jintî-mêrtîyê dibe. heta tev li emê çawa bifikirin jî dibe. ji bo vê yekê heya kurd misilman bin, nikarin bibin sekûler û heya qur'an bandora xwe ya makezagonîyê berdewam bike misilmanên paşde bimînin... |
|
17.06.2014 15:25 |
nazim tolhildan
|