4. (bnr: tiştên ku mariv ji ber tirsê dike)
tirs yek ji wan hestan e ku mirov pê re dikare bijî, cesaret jî tirs jî di eynî eyarê de ne û her du jî pêwîst in bo ku mariv bikaribe bêî qeda û bela bijî..
gelek in, ne eyb ne jî fedî, hama bêje herkes xwediyê tirsekê ye
carinan tirs rê li ber nêta kirin û kiryarên te digire û tu nakî
carinan jî rê li ber te vedike û ji bêgaviyê vî tiştî dikî
mesela ez bixwe ji karê xwe nefret dikim lê ji ber tirsa birçîbûnê nikarim dest ji ber karê xwe berdim, yanê devjêberneda karê min ji ber tirsê ye
çendîn xwedê bêje ku ji min hez bikin, ez dilovan û dilovîn im, û misilmanan çendîn bêjin ku ji ber hezkirinê em taet û îbadetê dikin, piçek jî, hetta gelek jî faktora tirsê heye di pêkanîna îbadetê de..
|