17. bi rastî jî zimanekî pêşveçûyî ye lewra mariv bi vî zimanî hemû pêdiviyên jiyana modern a sedsala bîst û yekemîn, dikare pêk bîne, hînbûna wî zehmet e yan hêsan e? ew gengeşe karê pisporan e lê bi ya min hînbûna zimanekî ne girêdayî zimanê hanê ye ango giriftbûn an zelalbûna zimanê di vir de diyardar nîn e dema zimanek bibe zimanê jiyanê û tu di nava wê jiyanê de bijî, hêsan e ku hîni wî zimanî bibî. niha dema zarokên kurd digihîjin û emrê wan dibe 6 an jî 7 hînî tirkî dibin. gelek normal e em seranser bi bandora tirkî mezin bûne û kurdiya ku me hînî zaroyên xwe kirine, ne kurdiyeke resen û herikbar û rast e jixwe ji me ve kurdiyeke felişî û hetikî hîn bûne dema jî diçin hînî tirkiyê dibin pirr rehet hîn dibin. bînin bîra xwe, dema bavê me behsa leşkeriya xwe dikin çawa mînakan didin? bavê mim dema behsa leşkeriya xwe dike dibêje çend kurd hebûn ku dema nû hatibûn leşkeriyê bi tirkî nizanibûn û dema çûn jî ji xeynî dijmîn û tekmîlên fermandarên xwe yên kirêt, tiştek hîn nebûn û çûn. çima? ji ber ku wan salan di nava civata kurdan de kurdî zimanê jiyanê bû tevî ku qedexe bû dîsa jî di malan de dihat axaftin û tv, radyo û înternet û jiyana metropolî tunebû ji ber wê ye ku wan çaxa hem kurdî nelewitîbû hem pêdiviya kurdên me bi têgehên nûjen û teknîk tune bû û hem tirkî li gorî niha pêşve nebû û hem jî di nava kurdan de belav nebûbû. ez bawer im ji ber van sedeman hînbûna wî niha hêsan e. |
|
14.06.2014 18:38 |
ferhenga şikestî
|