16. Gava diya min nexweş bû êvarê na lê nikaribû şeveqê rabê taştê amade bikê. Ew karê min bû. Min çêdikir. Û dema meha remezanê paşîvê jî min amade dikir. Ji nan û avê hetanî hêk û bacan û nizanim xeyara hemû tenê min danî û pê re herkesî şiyar dikir. Pişt re jî firaxan herî zêde xwişika min dişûşt min jî sofre dirakir carinan jî min dişûşt. Pê re gava ku ez li mal im di her sê danan jî sofrê ez dideynim û firaxan tînim û dibim. Nan tînim av tînim, dibim. Kevçî û badînan rêz dikim. Yanê hema çi nîn e çi lazim be ez jî alîkar dibim em bi hev re çêdikin. Carinan erdê bi gêziya ceyranê re dimalînim, paqij dikim. Heta heta wîleda dibêjin, ewî jî min ne zehf lê çêkiriye. Carinan malê didim hev. Diçim market û bazaran. Nan dikirim. |
|
24.05.2017 15:10 ~15:19 |
rûbar
|