4. ev rêwresma qedîm sê çarşemên beriya newrozê destpê dike, ji vî alî de sê cemreyên tirkan tîne bîra min. ji bo ku ruhên neqenc rê li ber herikîna xwezayî ya jiyanê negirin, mirov hin rîtuelan çêkirine. qasê tê bîra min me berê porê xwe jê dikir û porê jêkirî di nava kevirên dîwaran de vedişartin. îro ro hinkî veguheriye û bûye wek halloweenê, ku mebesta herdu şahiyan jî yek e; ji bo parastina xweşiyên jiyanê bizdandina ruhên neqenc. |
|
16.03.2024 03:28 |
tizbîkêş
|